Li Japonyayê teqîn: Herî kêm 41 kes birîndar bûn

Li kafeyeke bakurê Japonyayê teqînek çêbû û di teqînê de herî kêm 41 kes birîndar bûn.

Li Japonyayê teqîn: Herî kêm 41 kes birîndar bûn
16 kanûn, 2018   15:47

NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî ajansa nûçeyan a Kyodo bûyer li payxtexta girava Hokkaîdo Sapporoyê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de herî kêm 41 kes birîndar bûne.

Tîmên agirkujê ku çûbûn cihê bûyerê şewat vemirandin û hate ragihandin ku avahiya kafeyê temamî hilweşiyaye. Sedemê teqînê heta niha nayê zanin. Polîsan têkildarî bûyerê lêpirsin da destpêkirin.