Gelê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan

Bi sedan şêniyên Dêrazorê nerazîbûnê nîşanî gefên Tirkiyê yên dagirkirina xaka Sûriyeyê dan û gotin, ew ê rê nedin tu dewletek xaka Sûriyê dagir bike.

Gelê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan
Gelê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan
Gelê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan
Gelê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan
Gelê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan
Gelê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan
Gelê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan
16 kanûn, 2018   16:10

DÊRAZOR

Nerazînên xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefxwarinên Tirkiyê zêde dibin.

Îro li hemberî van gefan bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê, di nav de endamên saziyên sivîl, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Mala Jin, şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê li Çerxerêya bajarokê Kesra kom bûn û meşek li dar xisitn.

Meşvanan pankartên bi nivîsên 'Erdogan terora li Sûriyê diparêze', 'Kurd û Eerb tê wateya Sûriyeya yekbûyî', 'Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re', 'Em gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin' hildan.

Meşa girseyî di nav kolanên sereke yên bajarokê de geriya û li qada Kersa veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Xelef EL-Esad axivî û destnîşan kir ku Tirkiye hertim hewl dide ewlehî û aramiya herêmê bihejîne û ji aloziyê heyî kûrtir bike.

El-Esad wiha doman: "Tirkiye di dirêjahiya aloziya Sûriyê de piştgiriya xwe bi terorê re isbat kir da ku bi rêya wan armancên xwe pêk bîne. Herî zêde Tirkiye zirar daye ewlehiya neteweyî ya dewletên cîranê û rola herî neyînî û dijminahî li dijî xwepêşandina gelê Sûriyê list û bû sedem ku şoreşa aştiyane ya gelê Sûriyê ji navaroka xwe derkeve û veguhere çekdarî."

Piştre bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hanî El-Eyfan axivî û got: " Wekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê armanca me yekitî û parastina xaka Sûriyeyê ye. Em daxuyanî û gefên Tirkiyê yên dawî şermezar dikin, ji ber ku ev nêzîkatî dikevin tevliheviyê derdixîne pêş û herêmê ber bi aloziyekê ve dibe."

El-Eyfan di berdewama axaftina xwe de teqez kir ku gefên Tirkiyê rê li ber vegera terorê ji herêmê re vedike.

Di mitîngê de şêniyan bi sloganên 'Em destûr nadin tu kesî xaka me dagir bike û tiştekî jê bibe', 'Em nahêlin tu dewletek cîran mudexeleya karûbarên me bike û bi taybeta Erdogan', gefên Tirkiyê şermezar kirin.

(şx)
ANHA