‘Tirkiye bi gefên xwe tecrûbeya demokratîk a gelê herêmê dike hedef‘

Endamê Konseya Rêvebir a TEV-DEM’ê Bedran Çiya got:Tirkiye bi gefên xwe hewl dide îradeya pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û projeya wan a avakirina Sûriyeyeke nenavendî û pirreng têk bibe.

‘Tirkiye bi gefên xwe tecrûbeya demokratîk a gelê herêmê dike hedef‘
‘Tirkiye bi gefên xwe tecrûbeya demokratîk a gelê herêmê dike hedef‘
‘Tirkiye bi gefên xwe tecrûbeya demokratîk a gelê herêmê dike hedef‘
16 kanûn, 2018   15:45

HESEKÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca şîrovekirina geşedanên dawî bi şêniyên herêma Serêkaniyê re civiya. Civîn li salona Şehîdan bi amadebûna bi sedan kesî hate lidarxisti.

Di civînê de Endamê Konseya Rêvebir a TEV-DEM‘ê Bedran Çiya Kurd geşedanên dawî nirxandin û di serî de bal kişand li ser gefên Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çiya Kurd anî ziman ku Tirkiye bi gefên xwe hewl dide îradeya pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û projeya wan a demokratîk ya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û pireng têk bibe.

Çiya diyar kir ku dewleta Tirk di krîzeke aborî û siyasî de dijî, lew re hewl dide çavê civaka Tirkiyê ji krîza hundirîn bigire di  bi gefan dixwaze krîza hundirîn derbasî welatên din bike.

Çiya Kurd di civênê de diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî projeya Sûriyeya pireng a nenavendî ku hemû pêkhateyên herêmê wek bingeha çareseriyê dibîne, wê bi îrade û hevgirtina gelên herêmê bi ser nekevin.

Endamê Konseya Rêvebir a TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd anî ziman:`` Bê guman siyaseta dewleta Tirk ku AKP-Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin meşandin, xuya ye. Polîtîkayên dewleta Tirk projeya demokratîk dike hedef ku wek çareseriya krîza Sûriyeya hatiye pêşniyarkirin. Her wiha hewl dide jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de têk bibe. Tirkiye naxwaze projeya Sûriyeya pirreng a nenavendî bi ser bikeve, li ser vî esasî car caran gefan li herêmê dixwe."

Civîn bi nîqaş û bersiva pirsan bi dawî bû.

ANHA