De Mistura: Komîteya destûrê ya Sûriye ne rewa ye

Staffan De Mistura got komîteya destûrê ya ku Rûsya, Tirkiye û Îran li ser dixebitin, ne rewa ye, ji ber ku ne bi biryardayîna NY’yê ye.

De Mistura: Komîteya destûrê ya Sûriye ne rewa ye
16 kanûn, 2018   12:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî foruma li paytexta Qeterê Dewheyê, civînek der barê “Têkoşîna ji bo edaletê” de hate lidarxistin. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Staffan de De Mistura di wir de axivî û got destûr xala destpêkirinê ye û dabeşkirina desthilatdariyê pir girîng e, lê ew di biryara 2245`an de tune ye.

De Mistura di berdewamê de wiha got: “Çi qas dewleteke mezin û girîng be jî, biryara dawîn a NY’yê ye û heke erêkirin ji bo destûrê tune be, ew destûr ne rewa ye.”

Her wiha De Mistura destnîşan kir ku heta dawiya 31’ê Kanûnê bi awayekî bê navber ji bo çareseriya aloziya Sûriyê dê kar bike.

(ekîb)