Li Kobanê li ser pençeşêra sîng semînerek pêk hat

Desteya Tenduristiyê ya bajarê Kobanê semînerek li ser nexweşiya pençeşêra sîng da. Di semînerê de hat diyarkirin ku ji bo jin xwe ji pençeşêrê biparêzin divê zarokên xwe bimêjînin, cigareyê nekêşin, sporê bikin û her tim herin kontrolê.

Li Kobanê li ser pençeşêra sîng semînerek pêk hat
Li Kobanê li ser pençeşêra sîng semînerek pêk hat
Li Kobanê li ser pençeşêra sîng semînerek pêk hat
Li Kobanê li ser pençeşêra sîng semînerek pêk hat
16 kanûn, 2018   13:11

KOBANÊ

Tê diyarkirin ku di salên dawîn de nexweşiya pençeşêra sîng di nava jinan de zêde bûye. Bi armanca hişyarkirin û tedawîkirina zû ya pençeşêra sîng, Desteya Tenduristiyê ya bajarê Kobanê semînerek da. Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin.

Semîner ji aliyê xwendekara beşa tibê ya Zanîngeha Helebê Nesrîn Hisên ve hate birêvebirin. Di semînerê de li ser mijarên nexweşî çawa tê tespîtkirin, xwe parastina ji nexweşiyê û çawa  çêdibe, agahî hatin dayîn.

Sedemên çêbûna pençeşêra sîng

Nesrîn di destpêka semînerê de bal kişand ser sedemên çêbûna nexweşiya pençeşêra sîng. Nesrîn diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de, kesên ku dereng dizewicin, jinên ku zarokên xwe namêjînin, kêşana cigareyê, parfumên ku ji bo binmilan têne bikaranîn û hwd. dibin sedema pençeşêra sîng.

Nesrîn da zanîn ku di heman demê de zilam jî bi pençeşêra sîng dikevin, lê rêjeya wan ji sedî yek e û wiha dewam kir: “Piraniya nexweşiya pençeşêrê ji temenê 40’î kêmtir çêdibe.”

Çawa nexweşiya pençeşêra sîng tê ferqkirin

Nesrîn destnîşan kir ku dema rengê sîng biguhere, dema demarên sîng sor dibin, çermê jora sîng mezin dibe, ev nîşaneya ketina nexweşiya sîng e û wiha got: “Divê her meh jin serdana bijîşkan bikin. Divê jin li ber neynikê li sîngê xwe binêrin. Divê dest li sîngê xwe bikin, heger av jê were ew kes dibe ku nexweşiya pençeşêra sîng pê re hebe.”

Çawa xwe ji nexweşiya pençeşêrê biparêzin?

Nesrîn got ji bo jin xwe ji pençeşêrê biparêzin, divê sporê bikin, zarokên xwe bimêjînin, cigareyê nekêşin û ava fêkiyan vexwin.

Semîner bi belavkirina belavokên li ser çêbûn, parastin û tedawîkirina pençeşêra sîng, bi dawî bû.

(ekîb/bm)

ANHA