‘Divê hesab ji qatilên jinan were xwestin‘

Kongreya Star a navçeya Şedadê piştî ku li bajarokê Mergeda jinek hate qetilkirin, bang li aliyên peywendîdar kir ku hesab ji qatilên jinan bixwazin.

‘Divê hesab ji qatilên jinan were xwestin‘
16 kanûn, 2018   12:10

HESEKÊ

Li gundê Şemsane yê girêdayî bajarokê Mergeda yê navçeya Şedadê, cenazeyê dayika bi navê Hemda El-Hawas ku dayika 3 zarokan e, hate dîtin û heta niha nehatiye zanîn bê ka ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin.

Di vê çarçoveyê de Kongreya Star a navçeya Şedadê bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan şermezar kir û bang li aliyên peywendîdar kir ku hesab ji qatilên jinan were xwestin.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kongreya Star Nîda El-Salih ve hate xwendin.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de qetilkirina jinan şermezar kir û destnîşan kir ku ew qetilkirina jinan bi tundî şermezar dikin, tu girêdanên wan bi mirovahiyê ve tune ne û ne qanûn ne jî kevneşop vê yekê qebûl nakin.

Jinan di daxuyaniya xwe de got ew tu carî der barê qetilkirina jinan de bê deng namînin û bang li aliyên peywendîdar kir ku lêkolînê der barê qetilkirina jinan de dest pê bikin û hesab ji qatilên jinan û kesên ku dixwazin ewlehiya herêmê tevlihev bikin, bixwazin.

(bx)

ANHA

201-12-16-HSKi