Tevî hevpeymana agirbestê jî li Yemenê şer dijwar e

Tevî ku agirbesta di civîna Stockholmê de hat ragihandin jî, li parêzgeha Hudeyda ya rojavayê Yemenê şerekî dijwar rû da.

Tevî hevpeymana agirbestê jî li Yemenê şer dijwar e
16 kanûn, 2018   11:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji herêmê ji ajansa nûçeyan AFP’ê re diyar kir ku 29 kes di şerê aliyên dijber (Hûsî û hêzên Yemenê) de hatin kuştin û 22 kes jê endamên Hûsiyan ne.

El-Mesîra Net a alîgira Hûsiyan, diyar ku bi zêdetirî 50 roketan êrîş hatine kirin û 7 caran balafirên şer El-Dirêhmî bombebaran kiriye.

Pevçûnên dawîn, piştî hevpeymana agirbestê ku di navbera Hûsiyan û hêzên Yemenê de li Swêdê hate îlankirin, rû da.

(ekîb)