Rêveberiya Minbicê gefên Tirkiyeyê bi tundî şermezar kirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi daxuyaniyekê gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Rêveberiya Minbicê gefên Tirkiyeyê bi tundî şermezar kirin
16 kanûn, 2018   10:55

MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundên wê bi daxuyaniyekê li pêşiya avahiya rêveberiyê bi beşdarbûna endam û rêveberiyên di saziyên rêveberiyê de, gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Komîteya Têkiliyên Civakî Adil Ebdullselam ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk fêr bûye her dem gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwe, lê di demên dawîn de ev gef zêde bûn, ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyekî li pêşiya terorê û kesên piştgiriya wî dikin, digire.

Serokkomarê Tirk dest bi gefên li ser rojhilatê Firatê û Minbic û Bakurê Sûriyê kir.

Rêjîma Tirkiyeyê bi her kesî re bi rêbazên şantaj û terorîstî danûstandinan dike û dema ku bersivê nabîne dest bi hedefgirtina aliyê ku şerê terorê kir, dike. Eger pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sîstemên wê yên parastina bersiva hemû rêxistinên terorîst ku rêjîma Tirkiyeyê mîna DAIŞ û El-Nusra û komên çekdar ava kirin nedane, dê Tirkiyeyê planên xwe li Sûriyê pêk bianiyana.

Wek Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê gefên Tirkiyeyê yên li ser xaka me şermezar dikin û bang li hemû gelê xwe dikin ku bibin yek û li dora rêveberiyê xelekekê ava bikin û li dijî hemû êrîşan parastina xwe bikin."

(jo)

ANHA