Şêniyên Şehba û Efrînê: Biryara me berxwedan e

Şêniyên kantonên Şehba û Efrînê biryardariya xwe ji bo berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê diyar kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî li ser binpêkirinên Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyên Şehba û Efrînê: Biryara me berxwedan e
16 kanûn, 2018   10:18

ŞEHBA

Piştî dagirkirina dewleta Tirk ji kantona Efrînê re, vê carê berê xwe daye Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî tu bertek ji civaka navdewletî li hember dagirkirina herêman derkevin.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî Qenber ji ajansa me re axivî û wiha got: “Gefên Erdogan li ser Bakurê Sûriyeyê diyar dikin ku siyaseta wî îflas kiriye, ji ber ku aloziyên siyasî û aborî di hundirê Tirkiyeyê de hene û dixwaze bi rêya van gefan, wan aloziyên hundirîn derxe derveyî Tirkiyeyê.”

Qenber, teqez kir ku ew ê hewl bidin projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan bigihînin hemû gelan û cîhanê û îsbat bikin ku ew aştîxwaz in û ji bo aştiyê têkoşînê dikin.

Welatiyê bi navê Mihemed Weys jî wiha axivî: “Piştî ku QSD`ê li Bakurê Sûriyê DAIŞ`ê têk bir, dewleta Tirk gefan li dijî vê herêmê dixwe, ev jî nîşaneya hevkariya Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re ye. Divê rêjîma Sûriyê helwesta xwe li hember van gefan diyar bike.”

Her wiha Xatûn Sultan diyar kir ku bidawîkirina DAIŞ’ê di axa Sûriyê de dagirkeriya Tirk ditirsîne û êrîşên xwe li ser herêmên rizgarkirî û ewle nû dike, lê ev êrîş li hember vîna wan nikare bibe asteng û ji faşîzma Erdogan natirsin û dê heya dawiyê li ber xwe bidin.

(ekîb)

ANHA