Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" bi girseyê hatin veşartin

Şêniyên bajaroka Bisêra û gundên derdora wê cenazeyê 7 şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" bi merasîmekî bi heybet li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

15 kanûn, 2018   18:00

DÊRAZOR

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajaroka Bisêra û gundewarên rojhilatê Dêrazorê cenazeyê şervanên QSD‘ê Ehmed El-Hesûn (El-Hur), Xelîl El-Abdullah (Abdullah), Îbrahîm El-Hacî (Dilşêr), Raxib El-Xilêf ( Abdullah), Mihemed El-Erbîd (Ebû Temîn Sidûdyan), Abdulbasit Cezai (Rusem Siwêdan) Ehmed Tamê (Tamê El-Sebha) ku di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û tûrana leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir. Ji fermandarên QSD‘ê Ezedîn El-Etellah axivî û got, "Şehîd mişleya azadiyê ne ku rêya me ronî dikin û hêza me ya berdewama şerê li dijî terorê ne. Em soz didin ku em ê xeta wan dewam bikin ta armancên wan pêk bînin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêvebera meclisê Wîsal Hezai sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di merasîmê de, endamê rêveber ê Meclisa Bajaroka Bisêra Şakir Hemûd axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got şehîd fedayetiya xwe ji bo nifşên nû re kirin pir.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyan de hatin veşartin.

ANHA