Greva biçîbûnê ya jinên Efrînê bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya jinên kantona Efrînê bi dawî. Jinan teqez kirin ku çalakiyên berdewam in heta tecrîda li dijî Ocalan bi dawî bibe.

Greva biçîbûnê ya jinên Efrînê bi dawî bû
Greva biçîbûnê ya jinên Efrînê bi dawî bû
Greva biçîbûnê ya jinên Efrînê bi dawî bû
Greva biçîbûnê ya jinên Efrînê bi dawî bû
Greva biçîbûnê ya jinên Efrînê bi dawî bû
Greva biçîbûnê ya jinên Efrînê bi dawî bû
15 kanûn, 2018   17:25

FÎDAN ABDULLAH /ŞEHBA

Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva biçîbûnê ya Leyla Guven, zêdetirî 60 jinên Efrînê 13'ê Kanûnê ketin greva birçîbûnê. Çalakiya greva biçîbûnê bi dirûşmeya 'Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi serok Apo re azad bijîn ' li gundê Babnisê hatibû destpêkirin.

Cihê çalakiyê bi wêneyên têkoşerên jin ên Berxwedana Serdemê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên 'Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi seroka Apo re azad bijîn', 'Azadiya serok Apo azadiya gelan e', Azadî ji bo serok Apo re' û 'li hember dagirkeriya Tirk serhildin' hatibû xemilandin.

Di roja dawî ya grevê de endamên Kongreya Star, malbatên şehîdan, meclisên gundê Babnis û Til Şiîr, Tevgera Kevana Zêrîn, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclis û saziyên Rêveberiya Kantona Şehabyê bi hemû pêkhateyên xwe ve serdana çalakvanan kirin.

Piştî deqeya rêzgirtin axaftin bi navên Kongreya Star a Babnisê Zêneb Xelîl, Kevana Zêrîn Nehîde Xelîl û bi navê Tevgera Çand û Hunerê Henen Seydo hatin kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dijminên gelê Kurd û mirovahiyê di dilên gel de kîn û nefret li xwe, ziman û çanda xwe çandine, heta ku gel ji hezkirina welat bi dûr xistin.

Her wiha hat tekezkirin ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln gel ji wê zulmê û çewisandinê xilas kiriye û ew ber bi azadiyê ve biriye

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Ocalan ji bo azadiya gelan têk dikoşe, ji ser vê yekê divê her kes xwedî li felsefeya wî derkeve û xeta têkoşînê berdewam bike ta Ocalan azad bibe.

Paşê gelek helbest bi zimanên Kurdî û Erebî yên pesna fikr û felsefeya Ocalan dikin û banga azadiya wî dikin li rex stranên şoreşgerî hatin vegotin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Newroz Haşim çalakiya greva birçîbûnê ku 3 rojan berdewam kiriye bi teqezkirina berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê ta azadiya Ocalan bi dawî kir. Her wiha Newroz piştgiriya xwe bi berxwedana Leyla Guven re li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst destnîşan kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven û jina azad û azadiya Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA