Gelê Helebê li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û meşek li dar xistin.

Gelê Helebê li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan
Gelê Helebê li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan
Gelê Helebê li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan
Gelê Helebê li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan
Gelê Helebê li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan
Gelê Helebê li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan
15 kanûn, 2018   17:11

HELEB

Meş bi pêşentiya TEV-DEM‘ê hatibû lidarxistin. Bi sedan şêniyên taxê ku alên YPG, YPJ û TEV-DEM‘ê hilda bûn ji ber hola civînana a beşê rojavayê taxê dest bi meşê kirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Ji dagirkiriya Tirkiyê li xaka Sûriyê re na, em gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin, em bang li civaka navdewletî dikin ku ji gefên Tirkiyê ji bêdengiya xwe derkevin" hatibûn vekirin û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê hatin berzkirin.

Meş li gelek kolanên taxê geriya û beşê rojhilat veguherî mîtîngê.

Li vir ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Paşê Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê ya taxa Şêxmeqûsd Mihemed Şêxo û Hevseroka Buroya MSD‘ê ya Helebê Fehîma Hemo axivîn.

Di axaftinan de gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên bi ewle yên Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin ku gelê herêmê wê li hemberî gefên dagirkeriya Tirkiyê bêdeng nemîne, Tirkiyê dixwaze aloziya Sûriyeyê kûrtir bike û tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxîne.

Kesên axivîne diyar kirin ku Erdogan ji serkeftinên ku bi xwîna şehîdan hatin bi destxistin ditirse, lew re jî gefên êrîşan dixwe.

Di axaftinan de hate gotin ku gelên herêmê li hemberî gefên Tirkiyê li ber xwe bidin û gav pêş de navêjin.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina biratiya gelan û berxwedana YPG û YPJ‘ê bi dawî bû.

ANHA