Li Amûdê 450 kes ketin greva birçîbûnê

Li navçeya Amûdê 450 kes ji bo piştgiriya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan ketin greva birçîbûnê.

Li Amûdê 450 kes ketin greva birçîbûnê
Li Amûdê 450 kes ketin greva birçîbûnê
Li Amûdê 450 kes ketin greva birçîbûnê
Li Amûdê 450 kes ketin greva birçîbûnê
Li Amûdê 450 kes ketin greva birçîbûnê
Li Amûdê 450 kes ketin greva birçîbûnê
Li Amûdê 450 kes ketin greva birçîbûnê
Li Amûdê 450 kes ketin greva birçîbûnê
Li Amûdê 450 kes ketin greva birçîbûnê
15 kanûn, 2018   13:57

QAMIŞLO

Bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê bişikînin û bi serokê xwe re azad bijîn" Kongreya Star îro li navenda Hûrî ya Çand û Hunerê li navçeya Amûdê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Rêzeçalakiyên greva birçîbûnê ji hêla Kongreya Star û PYD`ê ve ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin.

Li cihê grevê wêneyên şehîdan û wêneyên Ocalan û Leyla Guven hatin daliqandin. Di çalakiyê de, endama rêveberiya Kongreya Star Şaha Xelîl axivî û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo têkoşer Leyla Guven nîşan da.

Şaha Xelîl destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê gelê herêmê ku axa xwe rizgar kir û sîstema xwe ya demokratîk ava kir, dike hedef û da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Şêniyên ku beşdarî grevê bûn, kiryarên Tirkiyeyê yên li ser girtiyên di zindanan de şermezar kirin û xwest tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û wiha got: “Divê tecrîda li ser rêber Apo rabe, ji ber ku ew hêviya gelên Rojhilata Navîn e. Em ji dewleta Erdogan re dibêjin ku dema ku ew gefên xwe zêde dike, em bi hêztir dibin.”

Şêniyan ji civaka navneteweyî xwest ku ji bêdengiya xwe derkeve û bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabe.

Tê payîn ku çalakî 2 rojan dewam bike.

(jo)

ANHA