Çalakgerên greva birçîbûnê soza mezinkirina têkoşînê da

Greva birçîbûnê ya li navçeya Girkê Legê bi dawî bû. Çalakgeran banga mezinkirina têkoşînê heya bidawîkirina tecrîda li dijî Ocalan kirin.

Çalakgerên greva birçîbûnê soza mezinkirina têkoşînê da
10 kanûn, 2018   17:48

QAMIŞLO

Çalakiya grava birçîbûnê ya navçeya Girkê Legê ku duh ji aliyê Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk ve ya bi armanca bidawîkirina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Parlamentera HDP’ê Leyla Geven hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Şandeyên saziyên civakî û partiyên siyasî serdana çalakgeran kirin.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin hatin. Di axaftinan de banga mezinkirina têkoşîna bidawîkirina tecrîda li dijî Ocalan hate kirin.

Çalakî bi xwendina daxuyaniyê ji aliyê rêvebera Kongreya Star Rojda Elî ve bi dawî bû.

Di daxuyniyê de, tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin ku tecrîda li dijî Ocalan ji bilî ku hemû peymanên navdewletî û belgeyên mafê mirovan binpê dikin, di çarçoveya polîtîkeyên Tirkiyê de yên li dijî gelê Kurd têne kirin.

Çalakgeran bi daxuyaniyê bang li hemû hêzên demokratîk kirin ku têkoşîna xwe mezin bikin ta Ocalan azad bikin. Her wiha bang li rêxistinên mafê mirovan, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê hate kirin ku sînorekî ji siyasetên faşîzmaya Tirkiyê re deynin.

Çalakî bi dirûşmeyên azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA