Meclisa Sivîl a Dêrazorê banga rawestandina binpêkirinên li Sûriyê kir

Meclisa Sivîl a Dêrazorê têkildarî Roja Mafê Mirovan daxuyaniyek da.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê banga rawestandina binpêkirinên li Sûriyê kir
10 kanûn, 2018   17:13

DÊRAZOR

Daxuyanî bi amadebûna endamên komîteyên meclisê û rûspiyên herêmê ji aliyê endamê rêveber ê Meclisê Fayiz El-Beg ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku îlankirina Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan piştî êş û azarên bi sedemên siyasetên nejadperestî, olperest  ku bi serdeman li mirovahiyê rast hatin, pêk hat.

Her wiha hate gotin ku 8 sal in gelê Sûriyeyê azarên şer dijîn, destwerdana hêzên herêmî û navdewletî di Sûriyeyê de hemû pêkhate û bawerî tehdîd dike.

Di daxuyaniyê de guhertina demografîk li Efrînê hate şermezarkirin.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji binpêkirinên li dijî mafê mirovan li Sûriye deynin û beşdarbûna jin bi pêvajoya aştiyê de aktîv bikin.

ANHA