Li herêmên di bin serweriya dagirkeran de alozî

Li herêmên di bin serweriya çeteyên girêdayî Tirkiyê de rewş aloz e, hema bêje rojane kuştî û êşkence tê kirin. Di heman demê de şer û pevçûn di navbera çeteyan de didome.

Li herêmên di bin serweriya dagirkeran de alozî
Li herêmên di bin serweriya dagirkeran de alozî
10 kanûn, 2018   16:48

MiNBIC

Li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de alozî berdewam e, hema bêje rojane bûyerên kuştin û êşkencekirin têne kirin, li gel van biryaran bêdengiyek ji aliyê civaka navdewletî ve heye.

Çavkaniyekî herêmî ji bajarê Babê diyar kir ku li kolana Nofatiyê ya bajêr jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin, der barê vê bûyerê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Li gorî bikarhînerên Tevna Medyaya Civakî, cenazeyê çeteyê bi navê Hisên Ehmed Ebdulezîz îro sibeha li derdora bajarê Raî yê girêdayî Babê ji aliyê kesên ne nas ve kuştî hate ditîn.

Çete Hisên ji navçeya Til Rifet e 29 salî ye û endamekî koma çete ya bi navê  Polîsên Azad a ser bi dagirkeriya Tirkiyê li Babê ye.

Li herêmên ku di bin serweriya komên çete yên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn di navbera çeteyan de berdewam e, car caran jî teqînê rû didin ku sivîl dibin qurbanî.

ANHA