Şahoz Hesen: Felsefeya Ocalan bingeha têkoşîna me ye

Şahoz Hesen: Rêber Abdullah Ocalan pêşengê têkoşîne me ye, em ê felsefeya wî di piratîkê de pêk bînin.

Şahoz Hesen: Felsefeya Ocalan bingeha têkoşîna me ye
10 kanûn, 2018   16:11

LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen serdana konê çalakiyê grava birçîbûnê ya Girkê Legê ku ji aliyê Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk ve hatiye lidarxistin kir.

Şahoz Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li dijî Kurdistanê û têkoşîna Gelê Kurd û got, aliyên dijberî azadî û îradeya gelan naxwazin gelê Kurd bi azadî bêjin, lew re hewl didin bi hemû rêbazan Şoreşa gelê Rojava têk bibe.

Hesen li ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û gelên herêmî û wiha anî ziman" Me ev li Nisêbîna Bakurê Kurdistanê û li Efrînê dîtin ku balafirên xwe li dijî gelê me yê sivîl bi kar anîn da ku îradeya gelê me yê azadîxwaz têk bibe."

Şahoz Hesen anî ziman ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana demokratîk li Rojhilata Navîn pêş xist û wiha domand: "Gelê Rojhilata Navîn bi hemû hêza xwe eşkere dibêje ‘Em jiyaneke azad û demokratîk dixwazin‘ Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna vê yekê dike, li ser vî esasî em dibêjin ‘Têkoşîna me berdewam e heya Ocalan azad bibee û gelê Kurd bighêje mafê xwe yê rêveberiya xweser."

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen girêdana xwe bi xeta têkoşînê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman û got: "Rêber Abdullah Ocalan pêşengê têkoşîne me ye, em ê felsefeya wî di piratîkê de pêk bînin."

ANHA