‘Çalakiyên me berdewam in heya armancên Leyla Guven pêk werin‘

Çalakiya piştgiriya Leyla Guven a li taxa Şêxmqsûd a Helebê didome. Îro sazî û meclisên taxê serdana çalakvanan kirin û piştgriya xwe bi Leyla Guven re heta bicihanîna daxwazên wê teqez kirin.

‘Çalakiyên me berdewam in heya armancên Leyla Guven pêk werin‘
‘Çalakiyên me berdewam in heya armancên Leyla Guven pêk werin‘
‘Çalakiyên me berdewam in heya armancên Leyla Guven pêk werin‘
‘Çalakiyên me berdewam in heya armancên Leyla Guven pêk werin‘
10 kanûn, 2018   15:48

HELEB

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê greva biçîbûnê bi dirûşmeya ‘‘Berxwedan jiyan e û em ê girtîgeha Îmraliyê hilweşînin‘‘ di roja duyemîn de didomînin. Jinên taxê ji bo piştgiriya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û perlementera Partiya Gelan a Demokratîk a bajarê Colemergê yê Bakurê Kurdistanê Leyla Guven greva birçîbûnê li avahiya Saziya Perwerdekirina Jinan destpê kiribûn.

Gelek sazî, meclis û partiyên siyasî yên taxê serdana çalakvanên grevê dikin. Îro şandeyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan, her du meclisên şehîd Rûbar û Gulhat, Tevgera Civaka Demokratîk, Meclisa Şaredariya taxa Eşrefiyê û Şaredariya Gel a Helebê serdana çalakvanan kirin.

Endama rêveber a Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd Şervîn Delîl bi xêrhatina şandeyan kir û axivî. Şervîn girîngiya rola jinan di civakê de destnîşan kir û got: "Jinan bi rêxistinkirina mîna van çalakiyan isara xwe ji bo afirandina jiyanek azad û rumet û bighêjin azadiya xwe isbat dikin."

Di dawiyê de Şervîn teqez kir ku Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd ta rakirina tecrîdê wê çalakiyên xwe berdewam bike.

Paşê gelek axaftin ji hêla endamên saziyan hatin kirin. Di axaftinan de piştgiriya Leyla Guven ta rakirina tecrîdê û qewirandina dewleta Tirk a dagirker hate teqezkirin. Axaftvanan destnîşan kirin ku wê çalakiyên xwe ji bo têkbirina planên Tirkiyê bidomînin.

Her wiha axaftvanan diyar kirin ku siyaseta Tirkiyê li dijî gelê Kurd di serdemên berê de dijber e û hewl dide bi hemû rêbazan nasname û çanda gelê Kurd biçewsîne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya taxa Şêxmeqsûd bi serdana meclis û partiyên siyasî berdewam e.

(şx)

ANHA