‘Girtina navendên rêxistin û partiyan xizmeta hêzên navdewletî dike’

Rêxistin û yekitîyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtina navendên rêxistin, partî û komeleyan ji aliyê hikumeta başûrê Kurdistanê ve şermezar kir û got ev pêngaveke bêserûber e ji aliyê hêzên herêmî ve li ser hikumeta herêma Kurdistanê da ku parçebûyînê di nava Kurdan de çêke.

‘Girtina navendên rêxistin û partiyan xizmeta hêzên navdewletî dike’
3 kanûn, 2018   12:39

NAVENDA NÛÇEYAN  

Rêxistin û yekitiyên civaka sivîl li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê der têkildarî girtina navendên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji hêla hikumeta başûrê Kurdistanê ve bi hinceta ku ruxsetên siyasî ji Wezareta Karûbarên Hundirîn ve negirtine, daxuyaniyek da.

Bi dehan endamên rêxistin û saziyên civaka sivîl ên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Yekitiya Endezyaran a herêma Cizîrê Samî Yûsif ve li pêşiya Navenda Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Qamişlo hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Bilindtirîn şeklên birêxistibûna civakî bi pêkanîna siyaseta aştîxwaz pêk tê. Tişta ku hikumeta Kurdistana Iraqê beriya çend rojan kir û navendên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li başûrê Kurdistanê girtin, ne li gorî qanûnên partiyan e ku hemû partî û rêxistinên siyasî li gorî wê tev digerin. Hikumeta herêma Kurdistanê der barê vê yekê de hincetan derdixe.

Ev hemû ji bo razîkirina aliyên herêmî ye ku biryarên xwe li ser Başûrê Kurdistanê ferz dikin da ku nehêle yekitiya gelê Kurdistanê ava bibe, her wiha destwerdana xebatên gelê Kurdistanê dike. Her wiha hikumeta herêma Kurdistanê biryarên ku xizmeta gelê Kurd nakin, qebûl dike.

Ev hemû tê wateya ku xwe li ber hêzên navdewletî yên li dijî mafên gelê Kurdistanê yên rewa, ditewînin. Her wiha tê wateya tevlêbûna parçekirina civaka Kurdistanê û qanûnên wê ku ji aliyê parlamentoyê herêma Kurdistanê ve hatine derxistin, binpê dike û destdirêjiya li ser îradeya gelê başûrê Kurdistanê dike.

Ji ber wê em wek rêxistin, yekitî û saziyên civaka sivîl ên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtina navend, rêxistin, partî û komeleyên ku xwesteka xwe ya rewa ji bo xebatên aştiyane li gorî qanûnên partiyên başûrê Kurdistanê pêk bîne, şermezar dikin.

Ev biryar ji aliyê hêzên navdewletî ve li ser hikumeta herêma başûrê Kurdistanê hate ferzkirin û ji bo parçekirina yekitiya Kurdistanê serî tewand.  

Li ser vê esasî em bang li hikumeta herêma başûrê Kurdistanê û Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê dikin ku li xeta Serokê nemir Mam Celal vegerin û ji biryarên ku qanûn, maf û azadiya nêrînan binpê dikin, vegerin. Derfetê bidin hemû rêxistinan ku xebatên xwe yên siyasî bi awayekî azad li gorî qanûn û biryarên ku ji aliyê parlamentoyê Kurdistanê ve hate derxistin, tev bigerin. Yekitiya gelê Kurdistanê ava bikin. Serî ji îradeya dijminên ku li hêviya ketina gelê Kurdistanê û hêzên wê yên neteweyî ne, netewînin."

(bx)

ANHA