YPG`ê derbeyên giran li artêşa dagirker xistin, 11 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê da zanîn ku di encama du çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê 11 çete hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.

YPG`ê derbeyên giran li artêşa dagirker xistin, 11 çete hatin kuştin
3 kanûn, 2018   12:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li gundê Dêrmişmişê ya li ser navenda Efrînê û li navenda navçeya Cindirêsê de 2 çalakiyên cûda yên bi bandor li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di derbarê çalakiyên hatine li dar xistin de;

-2’ê Kanûnê, yekîneyeke me li gundê Dêrmişmişê ya girêdayî navenda Efrînê li dijî dewriyeyek yên bi navê koma çeteyên Ceyş El-Îslam çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha seyareya çeteyan hat rûxandin.

-Di heman demê de yekîneyeke me li navenda navçeya Cindirêsê li dijî seyareyeke ya di baregeheke leşkerî yên çeteyên bi navê koma Ehrar El-Şam de çalakiya sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hat rûxandin. Her wiha 6 çete hatin kuştin û 8 çete jî bi giranî birîndar bûn.

Di encama herdu çalakiyên hatin li dar xistin de 11 çete hatin kuştin û 11 çete jî birîndar bûn. Her wiha 2 seyare jî hatin îmhakirin.”

(kc)