'Cewherê siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî gelan neguheriye'

Ehmed Sîno û Silêman Îlyas destnîşan kir ku cewherê siyaseta dewleta Tirk a li hember gelan neguheriye, bi qirkirina etnîk li hemberî Ermen, Kurd, Suryan û Êzidiyan dest pê kir û heya niha mafê gelan înkar dike û gefan li dewletên derdorê wekî Sûriye û Iraqê dixwe.

'Cewherê siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî gelan neguheriye'
'Cewherê siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî gelan neguheriye'
'Cewherê siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî gelan neguheriye'
'Cewherê siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî gelan neguheriye'
'Cewherê siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî gelan neguheriye'
'Cewherê siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî gelan neguheriye'
3 kanûn, 2018   12:05

QAMIŞLO

Xebatên komcivîna navneteweyî ya "Qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê" didome. Piştî bidawîbûna rûniştina duyemîn a der barê aliyê leşkerî yê qirkirina nijadî û guhertina demografîk de, rûniştina sêyemîn dest pê kir. Mijara rûniştina sêyemîn li ser aliyê dîrokî û çandî yê qirkirinê ye. Mijar ji aliyê Cewad Kazim El-Beydanî, Ehmed Sîno û Îlyas Silêman ve hate şîrovekirin.

Ehmed Sîno di semînera xwe de mijara dîroka siyasî ya Tirkiyeyê nirxand û wiha got: "Dewleta Tirk xwe li ser êrîş û kuştin û dagirkirina deverên derdorê ava kir, siyaseteke sabît bi kar anî, ev siyaset jî xwe dispêre dizî, talankirin, rûxandin, komkujî, koçberkirina bi darê zorê û qirkirina gelan. Dewleta Tirk vî karî ji xwe re rewa dibîne û yek ji cureyerek jî cîhadê bi nav dike."

Sîno wiha pê de çû: "Ev siyaset piştî ku yekitî gihaşt ser hukm eşkere bû, nemaze ku siyaseta tirkkirinê li gel û pêkhateyan ferz kirin. Siyaseta tirkkirinê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û heya niha jî didome. Her çend ku desthilatdarî hatin guhertin û rengên cuda hatin, ev siyaset heman e. Sefîrê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Henri Mor di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de (1913-1916) di bîranînên xwe de li ser Tirkan wiha nivisîye: “Tiştek navê xwe civaka pêşketî li gel wan nîn e, ne tîp, ne jî pirtûk, ne helbestvan û ne jî berhem, heya huner û avakirin jî li gel wan tune ye. Bajar ava nekirine û tu dewleteke sabit ava nekirine, ji bilî qanûna tundiyê qanûnan nizanin. Bi çandiniyê nizanin û saziyên we yên pîşesaziyê nîn in. Bi kurtasî hov in, êrîşkar in, rêgeza wan a sereke gelan tune bikin û şaristaniyên wan talan bikin."

Sîno bi bîr xist ku ji ber lawazbûnê û pirsgirêkên wê Ewropa navê zilamê nexweş li dewleta Osmanî kiribû, lewre dewletên Ewropayê destwerdan di karûbarên wê yên hundirîn de kir. Sîno axaftina xwe wiha domand: "Nakokiyên li ser berjewendiyan di navbera dewletên Ewropayê de temenê dewleta Osmanî dirêj kir, ji welatên ku dest li dewleta Osmanî werdan Rûsya, Brîtanya, Fransa û Almanya ne."

Sîno di berdewama semînera xwe de mînakên qirkirina etnîk ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî gelan bi bîr xistin û wiha domand: "Ji mînakên qirkirina etnîk li dijî gelan, qirkirina Ermenan bû. Di 5'ê Îlona 1915'an de wezîrê hundirîn ê Tirkiyeyê Talat Paşa peyamek ji waliyê Helebê re şand, di peyamê de wiha gotibû: Beriya niha me we agahdar kiriye ku hikumet bi fermana Partiya Îtîhad û Teraqî biryara qirkirina Ermenên li Tirkiyeyê daye, divê bêyî guhdarkirina li dengê wijdan, her kes, çi jin çi zarok an jî nexweş be, nemînin."

Ehmed Sîno bal kişand ser rêbazên qirkirinê û wiha anî ziman: "Dr. Mihemed Reşîd di wê demê de hakimê bajarê Diyarbekir bû, ji ber hovîtiya wî bi navê ‘Celad’ dihat naskirin. Hestiyên qurbaniyan dişikandin, ew çarmix dikirin, jehrî dikirin, di nava deryayan de qurbanî difetisandin, benda wan parçe parçe dikirin û tecrube li ser çêdikirin. Hejmara kesên di vê demê de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, gihaşt mîlyon û nîvî."

Têkildarî komkujiyên li dijî Asûr, Suryan û Êzidiyan Sîno wiha anî ziman: "Asur û Suryan bi sêf û xenceran kuştin, her wiha ew dişewitandin wekî ku li bajarokêm Kincar pêk anîn. Li bajarê Selmas ê Asûriyan jî serî jê kirin. Dewleta Tirk li Edeneyê der heqê Suryanan de komkujî pêk anî, di encam de zêdetirî 30 hezar Suryan hatin qetilkirin. Di navbera salên 1914 – 1916'an de li çiyayên Toros, Azel, Mardîn û Hekarê jî komujî pêk anîn û zêdetirî 600 hezar Asûrî hatin qetilkirin. Li deşta Ûrmiyê jî zêdetirî 500 hezar sivîlên Suryan hatin qetilkirin, ev komkujî niha bi navê Sêfo tê naskirin, ji ber ku sivîl bi sêfan hatin kuştin."

Sîno bal kişad ser komkujiyên li dijî Êzidiyan û wiha pê de çû: "Ji aliyê Osmaniyan ve li dijî Êzidyan 74 ferman hatin kiirin. Mihemed Reşîd Paşa hemleyek li dijî Şengalê pêk anî û bajar bi temanî hilweşand. Hafiz Paşa jî hemleyeke leşkerî pêk anî û zêdetirî 900 Êzidî qetil kirin û 600 zilam esîr girtin û jin û zarok li bazarên Mûsilê û herêmên derdorê firotin, di encamên van polîtîkayan de gelê Êzidî bi koman penaberî Rûsya, Ûkrayna, Azerbaycan, Ermenistan, Almanya û deverên din ên Ewropayê bûn.

14'ê Tebaxa 2007'an komên terorîst êrîşeke mezin li dijî Êzidiyên Iraqê kir, di encamê de 800 kes bûne qurbanî. Di sala 2014'an de piştî xistina Mûsilê ji aliyê rêxistina DAIŞ'ê ve dewleta Tirk terorîst derbasî Iraq û Sûriyê kirin. Di encamê de bajarê Şengalê rastî êrîşeke mezin a DAIŞ'ê hat û bi hezaran kes kuştin û revandin."

Sîno bi bîr xist ku dewleta Tirk piştî şoreşa 1925'an a Kurdan zêdetirî 2 hezar jin, zarok bi saxî bi ax kirin, deshilata Tirkiyeyê yaw ê demê her wiha komkujiyeke li djiî Kurdan pêk anîn, di komujiyê de zêdetirî 500 hezar Kurd hatin qetilkirin. Sîno diyar kir ku di Komkujiya Zîlanê de 47 hezar Kurd hatin kuştin.

Sîno destnîşan kir ku di navbera her du şerên cîhanî û di encama şerê di navbera dewleta Tirk û Kurdan de derdora 400 hezar Kurd hatin kuştin û derdora 700 hezar jî hatin koçberkirin. Sîno di nava axaftina xwe de anî ziman ku di Îlona sala 1978'an de, piştî Komkujiya Mereşê 3 hezar û 856 Kurd hatin qetilkirin û piştî derbeya li dijî dewleta Tirk a sala 1980'yî hezar û 790 Kurd hatin kuştin, di sala 1983'yan de 60 hezar Kurd hatin girtin.

Têkildarî qirkirina etnîk û guhertina demografîk a Efrînê Sîno anî ziman ku dewleta Tirk di siyaseta xwe ya înkarkirin, êrîş, qetilkirin, guhertina demografîk de berdewam e û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê di navbera 1'ê Sibata 2018'an heya 28'ê Sibata heman sale rêz kirin.

Sîno wiha pê de çû: "Tirkiye xeta xwe ya êrîş, qirkirina etnîk, guhertina demografîk li Efrînê didomîne. Tirkiye her hêzeke demokratîk azadîxwaz li Sûriyê dike hedef û alîgirên xwe li şûna niştecihên resen bi cih dike. Piştî 5 rojan ji êrîşan di navbera 23 û 25'ê Çileyê de 12 hezar sivîl hatin koçberkirin, 24’ê heman mehê gundê Celemê bi temamî ji niştecihên wê hat vekirin, li herêmên derdora Efrînê zêdetirî 200 hezar kes hatin koçberkirin. Piştî 15 rojan 50 malbatên ji Xûtaya Şamê li herêma Cindirêsê ya rojavayê Efrînê bi cih kirin, 15 malbatên komên girêdayî xwe li gundên Qetmê bi cih kirin, her wiha malbatên din li jîngehên Efrînê bi cih kirin û 80 malbatên ji gundewarên Hums û Hemayê li herêma Xirbe Şeran bi cih kirin. Koma El-Hemzat jî şêniyên gundê Xelîlkayê neçar kirin ku malên xwe terk bikin da ku 2 hezar malbatên ji Dûmayê li şûna wan bi cih bikin."

Doktorê dîrokê Ehmed Sîno di axaftina xwe de got, ji 18`ê Adara 2018`an ve û heta meha Gulanê zêdetirî 3 hezar û 295 sivîl bi tawanên derew hatin revandin, her wiha zêdetirî 30 jin hatin revandin û destdirêjî li ser wan hate kirin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide nasnameya çandî û niştîmanî qir bike da ku çanda dagirkirinê,  kuştinê li şûna wan biçîne. Cihên şûnwarî, goristanan topbaran dike. Kiryarên hovane pêk tîne û mînaka wê jî ku cihê pêkanîna rê û resmên Êzidiyan ê bi navê Şêx Zeyd li taxa El-Zeydiye kir hedef, ji aliyê fesîleyên îslamî yên radîkal ve hatin kolandin û alavên wê hatin dizîn. Her wiha çekên hewayî yên Tirkiyeyê cihê pîroz yê Nûrî Dêrsimî, mizgefta Ziyaret Henan, cihê pîroz ê Xatûna Fexra, cihê Laleş bi temamî rûxandin. Cihê pîroz ê Êziiyan ê bi navê Şêx Berekat, cihê pîroz ê Şêx Abdulrehman ê li gundê Feqîa, goristana Sultan Baberûş a Elewiyan a bakurê bajarokê Mabetlî, Dêra Elbeskî, gora oldarê Elewî Yexmûr Dada ya li nêzî Helebê, kevana dêrekê li gundê Kîmar ê girêdayî navçeya Şêrawa ku resmê tawûs li ser hatiye xêzkirin û di nîvî de sembola rojê li ser Çiyayê Leylûn, her wiha dêra Colyanos topbaran kirin ku hemû alavên wê dizîn. Her wiha 16 hezar parçeyên şûnwarî ku piraniya wan ên taybet bi çanda herêma Efrînê ne, hatin dizîn. 12`ê Tebaxa 2018`an Goristana Şehîd Avesta hate xirakirin. Çekên hewayî yên Tirkiyeyê cihên dîrokî û şûnwarî topbaran kirin. Cihê şûnwarî yên li Eyn Dara, cihê Berad, Keleha Nebî Hûrî, Dêra Mişmiş, girê Cindirêsê yê şûnwarî, mizgefa Selah Eadîn, gora Mar Marûn û peykerê Kawa Hedad hatin rûxandin.  

Ev hemû kiryar tên wê wateyê ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide çanda şaristanî û şûnwarî ya Efrînê ji holê rake, bêyî tu ferq û cudatiyê bixe navbera çand û olên Elewî, Durzî, Kurd, Êzidî, Xiristiyan, Suryanan û wan qir bike û li şûna wan çanda dagirkeran û qirkirinê ku ji aliyê dewleta Osmanî ve hatiye avakirin, biçîne. Ev tê wateya ku ew guhertina demografîk a herêmê berdewam dike û di vê yekê de bi israr e da ku têkiliyên di navbera çand, ol û netewe û pêkhateyên Efrînê de qut bike. Dewleta Tirk a dagirker û komên çete navên qad û kolanên giştî li Efrînê û gundewarên wê diguherin da ku çanda xwe ferz bikin û herêmê bikin Tirkî.

Heta ekolojî jî ji kiryar û hovîtiya komên çekdar nefilitî. Darestanên Efrînê şewitandin. Darên zeytûnan qut kirin. Li gundê Hemam hemû hezar û 500 darên zeytûnan qut kirin, zêdetirî 25 hezar dar tev li sînorê Tirkiyeyê kirin, li gundê Xorîna yê jêrîn zêdetirî hezar dar, li gundê Edama zêdetirî 2 hezar û 500 dar hatin şewitandin her wiha biryarnameyek derxistin ku li bermaberî her darkeke zeytûnan hezar û 500 Lîreyên Sûriyê were dayîn da ku şênî biçin nava zeviyên xwe.

Dawî

Di dawiyê de û di encama lêkolînan de hinek encam derketin holê. Encam ev in:

1- Tu guhertin di siyaseta Tirkiyeyê de li beramberî gelê herêmê ne di aliyê hundirîn û ne ji derve de çênebûne. Bi taybet di derdora herêmî de. Ev yek di qirkirina etnîk ya Ermen, Kurd, Suryan û Êzidîyan de diyar dibe. Heta niha mafê gelan red dike, destwerdana dewletên cîran wekî Sûriye, Iraq (Efrîn û Kerkûk) û bi hinceta ewlehiya neteweyî destwerdana xaka wan dike.

2- Tevî kssu gelek sala li ser qirkirina gelên navborî derbas bûne lê heta niha tu biriyarên navdewletî ku sedemên siyasî girêdayî berjewendiyên wan dewletan bi Tirkiyeyê re mîna Almanya, Fransa, Brîtaniya û DYA`yê nehatine derxistin.

3- Dewleta Tirk a dagirker der barê komkujiyên li dijî Ermen, Suryan, Ereb, Kurd, Bulgar û Yûnanîstan ji ber sedemên şermezarkirinê û pêşkêşkirina lêborînê ku jê têne xwestin li pêşiya Netewên Yekbûyî (NY), Komeleya Giştî, rêxistinên mafê mirovan ên navdewletî li xwe mikur nayê.

4- Herêmên ku gel di wan dijîn li Bakurê Kurdistanê werin valakirin, bajarên mîna Dêrsim werin rakirin û bajrên nû ji bo kesên ku li Tuncelî hatine bicihkirin werin avakirin. Ev yek bi serê Ermen, Suryan û Asûryan di bajaran wan de hat.

5- Qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Kurdistanê, Mezopotamya û Rojhilata Navîn zerar da hevgirtina civakî ya wê herêmê û di nava civaka navdwletî de bê ne bawerî derxist û bi mîlyonan kes ji wan koçberî Eurûpa û dewletên cîhanê kirin û Efrîn mînaka wê ye.

6- Tu dewletên Ereban û Îslamî tu helwestên xwe li bermberî qirkirina etnîk û guhertina demografî li dijî gelên navborî nîşan nedan û bi taybet ji aliyê Rêxistina Kongreya Îslamê dibe ku sedem siyasî yan jî olî be.

7- ji gelek sedsalan ve, dewleta Tirk ola siyasî heta dema niha bi kar tîne. Di dema niha de jî, dewleta Tirk bi rêya parî û rêxistinan gelên herêmê û tevahiya cîhana islamî dixapîne, da ku armancên siyasî û stratejîk pêk bîne.

8- Heta niha dewleta Tirk li ser siyaseta nakokiya navneteweyî, taybet navbera Rûsa  û Çîn ji aliyekî û DYA û Yekitiya Ewropayê ji aliyê din ve, dilîze û li gorî xwe bi kar tîne.

9- Rola Neteweyên Yekbûyî, Meclisa Ewlehiyê, komeleyên giştî, hemû rêxistinên mafê mirovan û sivîlan û dadgeha Edil a Navdewletî ji bo rizgarkirina gelan ji karîseyan, qirkirina etnîk, guhertina demografîk ku li dijî Ermen, Kurd, Asûrî û Suryan pêk hat pir kêm bû û tu çalakî yan jî biryarên siyasî û mirovahî pêk nanîn.

10-Tevî polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirina etnîk û guhertina demografiyê ji beriya sedê salan lê berxwedaniya gelê herêmê nehat binpêkirin û hertim xwestekên wê yên rizgarkirinê hene.

Semînera ku ji aliyê Silêman Ilyas ve hatiye dayîn wiha ye:

Encamên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Efrînê

Ji aliyê şûnwaran ve

"Siyasetên dagirkirina herêman, sûcên qirkirina etnîk di çanda şeran de bi dawî nabe, şer rehmê nake, rê dide ku kiryarên qirêj pêk werin, civakan di ser şêniyan de dirûxîne."

Rêya nû ya perçiqandina nasnameya çandî û dîrokî ji gelan re û rûxandina wê, dagirkeriya Tirkiyeyê ji herêma Efrînê re ye, dagirker hişt ku şûnwarên dîrokî li ser lîsteya mîrasa cîhanî ya UNESCO bê rûxandin, ji cihên dîrokî ku zirar dîtin, ev in:

Berad li bakûrê Sûriyê ye û yek ji bajarên hatiye ji bîr kirin, hejmara şêniyên wê derdora 500, ew Kurd in, ew li başûrê Efrînê ye û 40 km bakûrî Helebê ye, dîroka gund di serdema Bîzantiyan e, di sala 2004 de bû cihekî girîng ji ber ku ew Ebrîş Heleb El-Maroniyê, gora Mar Maron, keşeyê dêra El-Maroniyê ev jî bû cihê hec.

Ji cihên şûnwar, Dêra Galiyanos ku li ser navê endezyar "Galiyanos Sûrî" hatiye lêkirin, dêr di sedsala duyem li derdora Heykel Wesnî hatiye avakirin, ew duyemîn mezintirî dêrên li bakûrê Sûriyê ye. Her wiha di sala (407-420 m) dêrek biçûk li bakûrê dêra Galiyanos hate avakirin û gora rahibê nas Mar Maron hate dîtin .

Di çarçoveya siyaseta sîstematîk ku artêşa Tirk a dagirker ji cihên dîrokî û olî li Sûriyê pêk tîne, balefirên Tirkiyeyê cihê Berad bombebaran kir, di bombebaranê de gelek avahiyên dîrokî di nav de gora Mar Maron û dêra Galiyanos hate bombebaran kirin.

Ên Dara cihekî dîrokî ye, 5 km li başûrê bajarê Efrînê ye, ew jî yek ji cihên girîng di dîroka şûnwaran de ye, girîngiya wê di heykela perestgehê ku dîroka wê vedigere (740-1200), ew perestgeh ji bo nimêjê ji xwedawend Eştar û xwedayê hewayê Hûdid re bê kirin.

Perestgeh ji aliyê balafirên dagirkeriya Tirkiyeyê hate bombebaran kirin, cih hemû hate rûxandin.

Bajarê dîrokî li kantona Efrînê, yek ji bajarên girîng di serdema Hellenistic a Yûnaniyan, Romaniyan di 64 beriya mîladê ew dagir kir, Êmbiratorê Bêzantî Justinian di sala 540 m êrîş kir, mislman di sala 637 m bi serkêşiya Bin Xenim ketin wir, piştî dagirkeriya El-Ferancî, Noredîn El-Zenkî ew ji El-Ferancî rizgar kir û kela wê ava kir.

Dagirkeriya Tirkiyeyê êrîşî vî cihî kir û rûxand, paşê di cihên şûnwar de navendên leşkerî ava kirin, heriwha bi karên ne qanûnî rabû, di nav de alavê lêgerîna şûnwaran kir, hemû avahiyên şûnwar rûxandin.”

Komcivîna navdewletî li ser qirkirina etnîk û guhartinên demokrafîk li Efrînê bi beşa 3`yemîn dewam dike.

ANHA