Navenda Tenduristiyê ya El-Seiwa li benda kadroyan e

Piştî 7 salan û li ser bangewaziyên şêniyên gundê El-Seiwa û gundên derdorê Meclisa Şehîd Nedîm El-Şerîd a gundê El-Seiwa navenda tenduristiyê ya gund restore kir. Şênî ji ber bidawîbûna xebatên restorekirina navendê kêfxweş in.

Navenda Tenduristiyê ya El-Seiwa li benda kadroyan e
Navenda Tenduristiyê ya El-Seiwa li benda kadroyan e
Navenda Tenduristiyê ya El-Seiwa li benda kadroyan e
Navenda Tenduristiyê ya El-Seiwa li benda kadroyan e
Navenda Tenduristiyê ya El-Seiwa li benda kadroyan e
Navenda Tenduristiyê ya El-Seiwa li benda kadroyan e
Navenda Tenduristiyê ya El-Seiwa li benda kadroyan e
3 kanûn, 2018   09:03

FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

DAIŞ’ê hemû cihên giştî û bi taybet navendên tenduristiyê yên herêmên gundewarên Dêrazorê  kiribûn hedef. Şêniyên gundê El-Seiwa û gundên derdorê ji ber nebûna navendeke tenduristiyê zehmetiyan dikişînin û bi taybet ji ber ku noqteya tenduristiyê ya herî nêz li bajarokê El-Kesra ye û bi 20 km ji wan dûr e.

Li ser daxwazên şêniyên gundê El-Seiwa û gundên derdorê Meclisa Şehîd Nedîm El-Şerîde ya gundê El-Seiwa yê rojavayê gundewarên Dêrazorê, navenda tenduristiyê ya gund restore kir û ji hemû aliyan ve amade kir, tenê li benda kadroya tenduristiyê û amûrên wê ye.

Ji aliyê xwe ve şêniyên gund tekez kir ku ji 7 salan ve tu navendên tenduristiyê li gund tune ne. Ji ber wê û ji bo dermankirinê neçar diman biçin bajarê Reqayê. Pirî caran di rewşên xeternak de û ji ber dûrbûna bajêr nexweş di rê de dimirin. Ji bilî dûrbûna rê û mesrefên wê yên pir, gelek caran çeteyan bac li wan dibirîn û rêyên wan asteng dikirin.

Hejmara şêniyên gund beriya koçberbûnê 12 hezar bû lê niha 15 hezar derbas kiriye.

Komîteyên xizmetguzariyê yên Meclisa Şehîd Nedîm El-Şerîde ya gund, bi hevkarî û sponseriya Meclisa Sivîl navenda gund ji bermahiyên şer paqij kir û navend ji nû ve restore kir. Piştî bidawîbûna xebatên restorekirinê navend amade ye û tenê li benda kadroya tenduristiyê û amûrên wê ye ku meclisê soza peydakirina wan dabû.

Navend ji 5 odeyan pêk tê. Bi amadekirina hemû odeyên navendê re şêniyên gund kêfxweş in û li benda pêkanîna sozên meclisê ne.

Têkildarî mijarê serokê Komîteya Xizmetguzariyê yê Meclisa Şehîd Nedîm El-Şerîde ya gundê El-Seiwa Zekeriya El-Essaf wiha got: "Bi hevkariya Meclisa Sivîl me navenda tenduristiyê ya gund restore kir. Me navend ji hemû aliyan ve ji perncere, derî û boyaxkirina wê amade kiriye. Tenê em li benda kadroyê ne da ku navend deriyê xwe ji şêniyan re veke. Em ji bo hemû kesên ku ji me re bûne alîkar, spas dikin."

(şx)

ANHA