‘Dewleta Tirk a dagirker bêdengiya navdewletî mîsoger kir’

Şêwirmendê leşkerî û nivîskarê Fransî Patrice Francesechi got dewleta Tirk a dagirker beriya ku Efrînê dagir bike, gelek plan pêk anîn û bi vê yekê bêdengiya navdewletî mîsoger kir.

‘Dewleta Tirk a dagirker bêdengiya navdewletî mîsoger kir’
3 kanûn, 2018   10:02

QAMIŞLO

Patrice Francesechi xuya kir ku rûdanên li Efînê li gelek bajarên cîhanê rû dane û armanca wê ya sereke guhertina demografyaya wê deverê ye. Francesechi îşaret pê kir ku Tirkan ji bo dagirkirina Efrînê û rewakirina wê bêyî mudaxeleyên herêmî û navdewletî gelek gav avêtibûn û startejî danîbûn.

Patrice Francesechi wiha domand: "Dewleta Tirk bi rêya tirsandina şêniyên Efrînê yên resen da ku morala wan qels bike, xwest demografyaya herêmê biguherîne, ji ber ku nekarî morala şervanan qels bixe."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Patrice Francesechi destnîşan kir ku Tirkiyeyê xwest bi taybet li hin herêman bi rêya komkujiyan hemû şahidên êrîşên xwe bikuje da ku şahidek nemîne û wiha got: "Ji lew re tirsandin bi kar anî û terora rastîn der heqê sivîlan de pêk anî, ruxmî ku ev kiryar li dijî mafên mirovan in. ".

Francesechi da zanîn ku dewleta Tirk ji bo şikandina vîna şervanan bi cenazeyên wan lîst û ev jî gavek di rêya serkeftina xwe de hesiband.

Patrice Francesechi destnîşan kir ku Tirkiyeyê destûr neda ku belgeyên komkujiyan ji cîhanê re bên eşkerekirin. Tenê digot kesên ku tên kuştin leşker in. Tirkiyeyê dizanîbû eger rastiya pêkanîna van komkujiyan derkeve holê, dê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê bike. Ji ber wê hewl da xuya bike ku kuştî ji ber şer mirine.

Her wiha Patrice Francesechi dît ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe bi awayekî lezgîn û bêyî mudaxeleyên derve, çeteyên xwe xistin rojeva komkujiyan û xwe wek hêzeke xilasker xuya kir û ji cîhanê re rave kir ku yên dikujin çete ne û bi vê yekê bêdengiya navdewletî mîsoger kir û wiha pê de çû: "Ji lew re hûn dibînin ku li ser asta cîhanî her kes bê bertek ma. Li ser çawaniya xistina herêmê bin serweriya xwe, ez dikarim du tiştan bibêjim; Tirkiyeyê ‘tirsandina dûr’ li dijî herêmê bi kar anî û çeteyên wê bi rêya komkujiyan ‘tirsandina nêz’ pêk anî, ji ber wê kes nikare Tirkiyeyê muhasebe bike."

Patrice Francesechi xuya kir ku Tirkiye li ser asta dîplomasiyê gelek gav avêtine, Erdogan hewl da bi cîhanê bide bawerkirin ku niyeta wî di êrîşa li ser Erfînê de tune ye, ruxmî ku hêzên xwe li ber sînor kom kirine. Erdogan bi hewldanên xwe bi ser ket û ev tişt anî ziman: "Ji ber wê, êrîşên dîplomasiyê beriya dagirkirina Efrînê pêk anîn."

Patrice Francesechi ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Bi vê gavê Tirkiyeyê hedefgirtina NATO’yê ji xwe dûr xist. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye. "

Di dawiyê de Patrice Francesechi xuya kir ku Tirkiye di hewldanên xwe de berdewam e û dê tenê di Efrîn de nemîne, ji ber ku li gel wê plansaziyeke domdirêj heye û wiha got: "Ji bo parastina herêmên din divê em dersekê ji Efrînê fêr bibin."

(şx)

ANHA