Çareseriya doza Idlibê tenê bi danûstandina navxweyî pêkan e''

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musena Ebdulkerîm got dewleta Tirk di pêkanîna lihevkirina Idlibê de têk çûye û li herêmên ku dagir kirine tevlihevî û bêaramî serwer e. Her wiha banga amadekirina zemîna avakirina Sûriyeya nû kir.

Çareseriya doza Idlibê tenê bi danûstandina navxweyî pêkan e''
Çareseriya doza Idlibê tenê bi danûstandina navxweyî pêkan e''
Çareseriya doza Idlibê tenê bi danûstandina navxweyî pêkan e''
3 kanûn, 2018   08:25

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê û endamê Meclisa Giştî ya partiyê Musena Ebdulkerîm  gelek noqteyên têkildarî mijara Idlibê û lihevkirinên hêzên derve li ser Idlibê destnîşan kirin.

Di destpêka gotinên xwe de Musena behsa lihevkirinên Tirkiyeyê li ser mijara Idlibê kir û destnîşan kir ku Tirkiye di pêkanîna peymanê de têk çûye û wiha got: "Lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê li ser mijara Idlibê ji destpêkê ve têk çûbû û nîşaneyên têkçûnê xuya bûn. Armanc ji lihevkirinê rêzdariya vîna Tirkiyeyê bû ku bawer dikir ku wê karibe nêrîn û desthilatdariya xwe li ser komên ku bi navê 'Artêşa Azad' tên naskirin li Efrîn, Cerablus û Ezazê bimeşîne û ya herî girîng bajarê Idlibê wargeha Cibhet El-Nusra a terorîst bimeşîne, lê hewldanên Tikriyeyê têk çûn."

Di berdewama gotinên xwe de Musena ev tişt anî ziman: "Di destpêka hizra avakirina herêmên bêçek de hemû komên çekdar ku li herêmê hene, razî bûn. Lê piştre hemû koman isyan kir, ji ber ku armanca wan a tekane pere û ferzkirina desthilatdariya xwe bû. Ji aliyekî din ve armanca Rûsyayê ji lihevkirinê ne alîkariya rêjîma Tirkiyeyê bû lê belê da ku wê bikişîne deryaya qûmê ku nikaribe xwe jê xilas bike û ji bo barê xwe sivik bike."

Girêdayî bilindbûna asta pevçûn û nakokiyan di van demên dawîn de di navbera komên çekdar ên li Idlibê de ku Tirkiye piştgiriya wan dike, Musena sedemên wan nakokiyan wiha anîn ziman: "Dewleta Tirk bi rêya belavkirina raporan girêdayî belavkirina hêzên xwe di nav  herêmên bin serweriya komên çekdar de, hewl da bi rêya çapemeniyê xwe wek xilasker an jî wekî ku xwe bi nav dike 'Îmam Adêl' nîşan bide û hemleya tunekirina fesadê li dijî komên çekdar ku bi talankirina milkên welatiyan tên tawanbarkirin, da destpêkirin. Lê xuya bû ku ev kom vê hemleyê bi rê ve dibin."

Musena wiha li gotinên xwe zêde kir: "Sedema nakokiyên di navbera hemû komên çekdar de vedigere ku her komek hewl dide desthilatdarî û serweriya xwe li ser komên din ferz bike. Desteya Tehrîr El-Şam dixwaze komên din girêdayî wê bin. Ji aliyê xwe ve koma Ehrar El-Şam heman tiştî dixwaze. Ji ber wê hemû komên çekdar pev ketine û sloganên xwe ku pê bang dikir, avêtine û veguherîne mafyayê, mîna ku li Efrînê rû dide. Komên çekdar şêwazeke nû li dijî gelê Efrînê ji revandin û bazirganiya mirovan ji bo girtine pere û bacan dimeşînin. Gelo slogana wan 'Em hatin we rizgar bikin' li ku derê ma? Ji cîhanê re îsbat kirin ku ew hatine ku Efrînê ji şêniyên wê rizgar bikin û xêr û bereketa wê mîna keriyeke kûliyan talan bikin."   

Her wiha Musena destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide serfiraziya Osmaniyan vegerîne û ji nû ve împaratoriya wan ava bikin. Hemû binpêkirinên wê di guhertina demografyaya herêmê û tunekirina çanda herêmê bi rêya pêkanîna siyaseta asîmîlasyonê li Efrînê îsbata vê yekê ye.

Di dawiya gotinên xwe de Musena girêdayî çaraseriya pirsgirêka Idlibê axivî û wiha got: "Bi nêrîna me wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê çareseriya tekane a pirsgirêka Idlibê Danûstandina Sûrî-Sûrî ye. Ev çareserî ne tenê ji bo mijara Idlibê lê belê ji bo aloziya Sûriyê derbasdar e, bêyî mudaxeleyên derve. Divê em ji mudaxeleyên her aliyekî derve re hişyar bin û ji bo avakirina Sûriyeyeke yekgirtî divê em zemîneke rast û guncaw ava bikin."

(şx)

ANHA