El-Mehbaş: Civînên dawîn xebatên komîteyan kirin yek

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mehbaş got civînên ku di van demên dawîn de li dar ketine, dê kar û xebatên komîteyên 7 rêveberiyan bikin yek. Her wiha bal kişand ku ev civîn dê bi awayekî erênî bandorê li pêşkêşkirina xebatan ji şêniyan re bikin.

El-Mehbaş: Civînên dawîn xebatên komîteyan kirin yek
3 kanûn, 2018   08:14

TIRKÎ EL-KALIT - AZAD SEFO / GIRÊ SPÎ

Girêdayî rêzecivînên ku meclisê di van demên dawîn de ji her deh desteyan û komîteyên girêdayî wê yên ku nûnertiya wê di 7 rêveberiyên sivîl û xweser de dike (Cizîr, Efrîn, Kobanê, Reqa, Minbic, Dêrazor û Tebqa) Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamêd El-Mehbaş, ji ajansa me re axivî.

Meclisa Rêveber rêzecivîn di navbera 12 û 24'ê meha borî de li dar xistin. Ev civîn wek civînên yekemîn piştî ragihandina avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Îlonê de tê hesibandin.

Di destpêka gotinên xwe de Ebid El-Mehbaş destnîşan kir ku wan bi armanca koordînekirin û hevkariya kar di navbera her deh desteyên rêveberiyê û komîteyên girêdayî wê de, ev rêzecivîn li dar xistine.

Di berdewama gotinên xwe de El-Mehbaş diyar kir ku di civînan de kar û xebatên her komîteyekê nîqaş kirine, da ku projeyên wan komîteyan û astengiyên ku rastî wan tên, nas bikin û çareseriyê jê re bibînin. Her wiha El-Mehbaş bal kişand ku her komîteyek bi armanca nirxandina kar û xebatên xwe di mehekê de, dîrokek ji bo lidarxistina civînên mehane, diyar kiriye.

Di dirêjahiya gotinên xwe de El-Mehbaş da zanîn ku wan ji hemû komîteyan xwestiye ku xebatên xizmetguzariyê her komîteyek di warê xwe de ji şêniyan re pêşkêş bikin û hewl bidin di meşandina kar û barên welatiyan de ji burokrasiyê dûr bikevin.

Bi armanca yekkirina rêziknameya kar a her desteyekê û komîteya girêdayî wê, El-Mehbaş tekez kir ku wan di civînan de komîteyek ji 7 endaman pêk tê ava kiriye û ji bo hêsankirina têkiliyan di navbera komîteyan de odeyên peywendiyan ava kirine.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mehbaş rêzecivîn wek erênî wesifandin û diyar kir ku dê bi awayekî erênî li pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re bandorê bike.

(şx)

ANHA