TEV-DEM: Biryara girtina navendên partiyan, xizmeta doza gelê Kurd nake

Navenda Têkiliyên Derve ya Tevgera Civaka Demokratîk destnîşan kir ku biryara hikumeta herêma Kurdistanê ya girtina navendên Tevgera Azadî û RJAK‘ê xizmeta dijminên gelê Kurd dike û xeta Mam Celal temsîl nake.

TEV-DEM: Biryara girtina navendên partiyan, xizmeta doza gelê Kurd nake
3 kanûn, 2018   08:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Têkiliyên Derve ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî girtina navendên Tevgera Azadî û RJAK‘ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li aliyên biryarê kir ku ji helwesta xwe paşde vegerin.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Di demekê de ku doza Kurd bi pêş dikeve û rola Kurdan li herêmê bi bandor û girîng bûye, hêzên dijberî Kurdan, di serî de dewleta Tirk, hemû hewldanên xwe dike da ku vê pêşketinê bi sînor bike û nehêlin çareseriya demokratîk û şoreşa gelan a demokratîk bi pêş bike. Ji ber ku Kurd roleke girîng û pêşeng di vî warê de dilîzin.

Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan parçebûn û nakokiyan di navbera hêzên kurdî de zêde bike, da ku nehêle yekrêziya kurdî mîsoger bibe û hêzên kurdî ji projeya niştîmanî dûr bixe.

27‘ê Mijdara îsal rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê û Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê navendên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û RJAK‘ê girtin.

Navendên girêdayî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û RJAK‘ê li gorî qanûn û desturên herêmê xebatê dimeşîne, lê biryara girtina wan rê ji dewleta Tirk re vedike ku bi awayekî hê zêdetir dijminatiya Kurdan bike, girtina navendan di serî de xizmeta Tirkiyeyê û hemû hêzên dijberî Kurdan dike. Her wiha di demekê de ku hewcedarî bi lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê heye ku tekane rêya mîsogeriya pêkanîna hêviyên gelê me yê Kurd di azadiyê û demokrasiyê de, lê nêzîkatiyên li dijî tevgerên Kurd ên xwedî têkoşîneke dirêj di yekrêziya kurdî de xebatên lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê de asteng dike.

Wek Navenda Têkiliyên Derve ya Tevgera Civaka Demokratîk, em tekez dikin ku girtina navendên Tevgera Azadî û RJAK‘ê nêzîkatiyeke şaş e, dîrok û xeta Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê û xeta nemir Mam Celal temsîl nake.

Wek tevgereke ku ji bo demokrasî û avakirina civakeke azad tev digere em piştgiriya yekitiya gelê Kurd dikin û bang li aliyên biryarê dikin ku ji helwesta xwe paşde vegerin û ji bo xizmeta doza kurdî bixebitin.

Her wiha em bang li hemû partî, hêzên siyasî yên kurdî dikin ku li hemberî biryara li Silêmaniyê hatiye dayîn, helwesta xwe nîşan bide û girîngiyê bide pêşxistina xebateke hevpar.

Biryara girtina navendan bandoreke neyinî li morala gelê me yê Kurd dike û hêviyên wê yên yekitiyê lewaz dike, di heman demê de êrîşan li dijî me zêde dike. Heger hikumeta herêmê û YNK bi lez ji biryara nedurist paşde vegerin, gaveke baş e. Hêvî dikin ku ev nêzîkatî careke din dubare nebe.”