Sedemên sereke yên bêdengiya navdewletî li hemberî Efrînê penaber û çek in

Beşdarî Komcivîna Navdewletî 'Qirkirina etnîk û guhartina demografîk li Efrînê' diyar kirin ku bêdengiya navdewletî bû sedema sereke ya êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê. Her wiha destnîşan kirin ku Tirkiye zextê li dewletên Ewropayê dike da ku binpêkirinên wê li Efrînê paşguh bikin û Tirkiye mijara koçberan bi vê mebestê bi kar tîne.

Sedemên sereke yên bêdengiya navdewletî li hemberî Efrînê penaber û çek in
3 kanûn, 2018   07:04

QAMIŞLO

Bi sponseriya navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk duh 2'yê Kanûnê Komcivîna Navdewletî 'Qirkirina Etnîk û Guhertina Demografîk li Efrînê' destpê kir. Bi sedan kesayetên siyasî yên herêmî û navdewletî û bi dehan saziyên civaka sivîl beşdar bûn. Beşdaran aliyê siyasî ya dagirkirina dewleta Tirk bajarê Efrînê nîqaş kirin.

Ev komcivîn, komcivîna yekemîn li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê tê lidarxistin. Komcivîn bi armanca lêkolînkirina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê şêniyên Efrînê de yên ku di nav bêdengiya navdewletî û rêxistinên cîhanî yên têkildarî mafên mirov û zarokan de pêk hatine û paşguhkirina çapemenî, hate lidarxistin.

Di rûniştina yekemîn a komcivînê de Wezîrê Derva yê Fransayê yê berê Bernard Kouchner, karîgerê Bernameya Aştiyê David Philips, berpirsê Komîteya Dîplomasî yên Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl, Profêsora dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn Fereh Sabir axivîn û her wiha axaftina hevseroka Meclisa Federasyona Demokratîk Hediye Yûsif ku ji komcivînê re hatibû şandin hate pêşkêşkirin.

Beşdarên komcivînê di nîqaşên xwe de anîn ziman ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de li dijî Efrînê gelek komkujî pêk aniye, dibistan û cihên dîrokê û peresetgehên olî û her tiştek li Efrînê pîroz kiriye hedef. Her wiha destnîşan kirin ku ji ber êrîşan bi deh hezaran şêniyên Efrînê koçber bûne û diyar kirin ku dewleta Tirk hîna jî li Efrînê binpêkirinên xwe ji kuştin, koçberkirin û pêkanîna siyaseta guhertina demografiya herêmî didomîne. Beşdaran teqez kirin ku kiryarên Tirkiyê li Efrînê dighêjin asta sûcên şer û qirkirina çandî û etnîk.

A ku bala mirov di nîqaşên komcivînê de dikşîne ku beşdaran paşguhkirina çapemeniya cîhanî rewşa Efrînê anîn ziman û destnîşan kirin ku çapemeniya cîhanê ji ber gefxwarinên Tirkiyê girêdayî mijara penaberên Sûriyê, destwerdana Tirkiyê ji Efrînê re paşguh kirine. Her wiha hate gotin ku Tirkiye penaberên Sûriyê weke kaxiza zextê li dijî her dewletek ku behsa mijara dagirkirina Efrînê bike wê  bi kar bîne. Her wiha dan zanîn ku dewleta Tirk destûr neda ku çapemeniya azad derbasî Efrîn bibe û rastiyan ragihînin û hemû kesên ku agahiyekî têkildarî binpêkirinên wê belav bike yekser ew dikir bin çavan.

Ji aliyekî din ve beşdarên komcivînê ku bi rêya skypeyê beşdar bûbûn diyar kirin ku sedema din a bêdengiya navdewletî li hember destwerdana Tirkiyê û binpêkirinên wê li dijî Efrînê ew e ku Tirkiye endamê NATO  ye û çek bi miqdarên mezin ji wan dewletan dikire di serî de Elmaniya, ji ber wê dewletên Ewropayê tu helwest nîşan nedan.

Her wiha beşdaran sedema sêyemîn a paşguhkirinê diyar kirin ku tirkên li ewropayê dijîn di dema êrîşên Tirkiyê li dijî Efrînê de gelek îdia belav kirine û bandor li raya giştî ya Ewropayê kirine.

Beşdarên komcivînê destnîşan kirin ku dagirkirina Efrînê bi erêkirina Rûsyayê pêk hat. Tirkiyê bi Rûsyayê re li ser mijara vekişandina komên çete ji derdora Şamê û gundewarê wê, Heleb û Himsê li hev kirin. Piştî pêkanîna Tirkiyê ji şertên lihevkirinê û komkirina çeteyan li Idlibê, Rûsya destûra da Tirkiyê û asîmana Sûriyê ji Tirkiyê re vekir û di encamê de Tirkiye Efrîn dagir kir.

Her wiha beşdaran teqez kirin ku dive li hember xeteriya Tirkiyê li ser gelên herêmê were seknandin.

(şx)

ANHA