Tovên genim li cotkarên Dêrazorê têne belavkirin

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê 686 ton tovên genim li cotkaran belav kir. Komîteyê bi armanca pêşxistina çandiniyê li gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê bi vê gavê rabû û hîna jî xebatên belavkirinê berdewam in.

Tovên genim li cotkarên Dêrazorê têne belavkirin
Tovên genim li cotkarên Dêrazorê têne belavkirin
3 kanûn, 2018   07:07

DÊRAZOR

Li gel plansaziya çandniyê ji bo piştgiriya warê çandiniyê, Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê tovên genim bi nirxên guncew ji sûkê kêmtir li cotkaran belav dike.

Komîteya Çandiniyê di nav beşa sêyem de 40 ton tovên pakirî û bêjingkirî ji cureya hişk û nerm wergirt. Niha ew wê miqdarê bi buhaya 165 lîreyên Sûriyeyê ji her kîloyekê re li cotkaran belav dike û xebatên belavkirinê hîna jî didomin.

Tê zanîn ku buhaya kîloya tovan li sûka reş dighêje 200 lîreyên Sûriyeyê.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Çandiniyê Mihemed Ezîz got:"Ji destpêka payîzê ve me dest bi xebatên belavkirinê kiriye. 686 ton tovên genim li cotkaran li ser 4 beşan wê were belavkirin. Beşa yekê 500 ton û beşa du 146 ton û beşa sê 40 ton bûn."

(şx)

ANHA