MSD‘ê bi şêniyên gundewarên Reqayê re civiya

MSD‘ê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û nîqaşkirina rewşa xizmetguzariyê bi şêniyên gundewarên rojavayê Reqayê re civiya.

MSD‘ê bi şêniyên gundewarên Reqayê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên gundewarên Reqayê re civiya
20 mijdar, 2018   17:49

REQA

Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) bi endamên meclisên gundên El-Sehlebiye, El-Qehtaniye, El-Cezra, El-Xatûniyê û Xedîran re civiya. Civîn bi armanca nîqaşkirina pêşdeçûnên dawîn li ser asta Sûriyê û rewşa xizmetguzarî li gundê Xedîran ê ku dikeve gundewarê rojavayê Reqayê hate li darxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama MSD'ê Ruqeya El-Elo axivî û girîngiya yekgirtina gelên herêmê li dijî êrîşên DAIŞ'ê û şaneyên wê yên veşartî destnîşan kir. Ruqeya tekez kir ku ev êrîş bi armanca derxistina fîtneyan di navbera şêniyan de tên kirin.

Ruqeye anî ziman ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê di heman demê de bi armanca sivkirina zextê li ser çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê pêk tên û got êrîş vîna gelê herêmê naşkîne, berovajî wê isara wan di şerê hemû dagirkeran de zêde dike.

Her wiha Ruqeye tekez kir ku Bakurê Sûriyê wê di nav aramî û ewlehiyê de be û hêzên leşkerî di pêkanîna wê aramiyê de berdewam in. Ruqeye di nava axaftinanên xwe de bang li hemû saziyên xizmetguzarî kir ku li gorî derfetên heyî erka xwe ya li beranberî gelê pêk bîne.

Civîn bi nîqaşan li ser hin mijarên xizmetuzarî wekî sererastkirina piran li gundan, çandî û kehrebe berdewam kir. Dîwana civînê tekez kir ku ewli gorî derfetan xizmetan pêşkêş dike û heya karibin dê xebateke hîn baştir bidin meşandin.

Di civînê de Şêx êla El-Bû Cabir Nayif El-Dêf axivî û got: "Ji girîngtirîn dirûşmeyên demokrasiyê rêgeza lêborînê ye. Em hêvî dikin ku hemû gelên Sûriyê vê rêgezê pêk bîne da ku rê li ber nakokiyan û belavkirina fîtneyan bê girtin".

(şx)

ANHA