Dewreyek din a HPC‘ê bi dawî bû û navend hate vekirin

Li bajarê Qamişlo bi merasîmekê dewreyeke perwerdeyê ya 100 endamên HPC‘ê bi dawî bû û navend hate hate vekirin.

Dewreyek din a HPC‘ê bi dawî bû û navend hate vekirin
Dewreyek din a HPC‘ê bi dawî bû û navend hate vekirin
Dewreyek din a HPC‘ê bi dawî bû û navend hate vekirin
Dewreyek din a HPC‘ê bi dawî bû û navend hate vekirin
20 mijdar, 2018   17:30

QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakî bi merasîmekê navendeka xwe li beşê rojhilatê bajarê Qamişlo bi navê "Şehîd Serhed Botanî" vekir. Serhed Botanî gerîlayekî HPG‘ê ji bajarê Qamişlo ye di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Parastina Medyayê şehîd bibû.

Di heman demê de dewreya perwerdeyê ya bi navê "Şehîd Mûaz El-Îsa" bi dawî bû. Şehîd Mûaz El-Îsa endamên HPC‘ê dema erka xwe pêk di anî şehîd bû.

Dewreyê bi tevlêbûna 100 endaman 21 rojan berdewam kir. Di dewreyê de endaman li ser çawaniya bikaranîna çek hatin perwerdekirin. Her wiha endaman waneyên bîrdozî girêdayî girîngiya parastina civakî di nav civakê de û erkên wan dîtin.

Malbatên her du şehîdan Muaz El-Îsa û Serhed Botanî, şêniyên Qamişlo, endamên Hêzên Parastina Civakî, şervanên YPG/YPJ'ê û endamên saziyên sivîl di merasîmê de amade bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêxmûs Hesen vekirina navendê li endaman pîroz kir û pesna keda wan da.

Hesen destnîşan kir ku hêzên plangerî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin çerxekî di navbera pêkhateyên herêmê de derbixin û wan parçe bikin û wiha domand: "Bila baş bizanibin ku xwîna hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan tev li hev bûne. Ji ber wê tu hêzek nikare wan ji hev du cuda bikin û fîtneyan di navbera wan de derbixîne."

Bavên şehîd Mûaz û Serhed Botanî jî di merasîmê de axivîn destnîşan kirin ku ew bi şehadeta ewledên xwe serfiraz in û tekez kirin ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin.

Navend ji aliyê dayika Şehîd Serhed Botanî deriyê navendê  ve hate vekirin. Paşê beşdaran di nav navendê de geriyan.

(şx)

ANHA