Ciwanên Sirînê dagirkeriya Tirkiyê û DYA‘yê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Sirînê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê û biryara DYA‘yê  şermezar kirin.

Ciwanên Sirînê dagirkeriya Tirkiyê û DYA‘yê şermezar kirin
20 mijdar, 2018   18:12

KOBANÊ

Ciwanên navçeya Sirînê ya girêdayî Kantona Kobanê li Herêma Firatê bi daxuyeniyekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin. Daxuyanî li qada Şehîdan li navenda navçeyê ji hêla endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Beşar Elî ve hate xwendin.

Beşar Elî ev tişt gotin:

"Destpêkê weke ciwanên şoreşger ên navçeya Sirînê em lidarxistina Kongreya Duyemîn a Ciwanan pîroz dikin. Em ê li gorî biryarên kongreyê tev bigerin û armancên wê pêk bînin.

Em hêzên QSD'ê yên li eniyên sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li hember çeteyên DAIŞ'ê û artêşa Tirk a dagirker bi şev û roj li berxwe didin silav dikin.

Em weke ciwanên şoreşger ên navçeya Sirînê em zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker û êrîşên wê yên li dijî herêmê şermezar dikin. Artêşa Tirk bi van êrîşan hewl dide deshilatdariya imparatoriya Osmaniyan li ser herêmê vegerîne.

Wekî ciwan îradeya me hêza gelê me ye, bi vê îradeyê em li hemberî êrîşan bisekinin û bibersivînin.

Ji aliyekî din ve em biryara DYA'yê li ser her sê pêşengên me em şermezar û red dikin. Em bang li DYA'yê dikin ku biryara xwe rawestîna û wekî ciwan dibêjin fermandarên me di dilê me de ne û pêşengên rûmeta me ne."               

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

(şx)

ANHA