Hêzên Ewlekariya Reqayê êrîşeke hucreyên DAIŞ‘ê şikand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê hewldana êrîşeke ya hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê şikand, di encamê de çeteyek hate kuştin, yek birîndar bû û yekî din hate girtin.

Hêzên Ewlekariya Reqayê êrîşeke hucreyên DAIŞ‘ê şikand
Hêzên Ewlekariya Reqayê êrîşeke hucreyên DAIŞ‘ê şikand
17 mijdar, 2018   22:16

REQA

Nûçegihanên me ji Reqayê ragihandin ku hucreyek veşartî ya çeteyên DAIŞ‘ê ku ji 3 çeteyan pêk dihan bi rêya motorsêkletekî hewl dan êrîş dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Çerxerêya El-Neyîm a navenda bajêr bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva hewldana êrîşê dan, di encamê de êrîşkarek hat kuştin, yek birîndar bûn û yên din ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate girtin.

Nûçegihanên me diyar kirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn du motorsêklêt û demançeyên bêdeng desteserkirin.

ANHA