Partiya Pêşerojê ya Sûriyê: Em ji diyalogan re vekirî ne

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi armanca pênesekirina partiyê bi gel re şahiyeke girseyî li bajarê Hesekê li dar xist.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê: Em ji diyalogan re vekirî ne
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê: Em ji diyalogan re vekirî ne
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê: Em ji diyalogan re vekirî ne
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê: Em ji diyalogan re vekirî ne
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê: Em ji diyalogan re vekirî ne
15 mijdar, 2018   18:03

HESEKÊ

Şahî li stada bajarê Hesekê hate lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn.

Satad bi alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û pankartên ku armancên wê li ser nivîsî bûn hatibû xemilandin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê Koma Mûzîkê ya Hêzên Erka Xweparastinê bi çend berheman mûzîk pêşkêş kirin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan axivî û tekez kir ku ew amade ne beşdarî destûra Sûriya pêşerojê bibin ku mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike. El-Qeftan anî ziman ku partiya wan nejaperestî û firkê teng red dike.

Îbrahîm El-Qeftan got ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo avakirina destureke ku hemû gelên Sûriyê qebûl bike ji diyalogan re vekiriye, çi bi rêjîmê re be anî jî bi aliyên din re be.

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah, Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan û berpirsê Partiya Yekitiya Suryan Gabriyêl Şamûn axivîn.

Di axaftinan de êrîşîn dewleta Tirkiyê yên li ser Sûriyê hatin şermezarkirin û hate gotin ku Tirkiyê bi êrîşên xwe hewl dide projeya demokratîk a li herêmê asteng bike.

Kesên axivîne her wiha bal kişandin li ser girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane hate destnîşankirin.

Piştî axaftinan, stran, dilan û helbest ji aliyê hejmarek komên hunerî yên Bakurê Sûriyê hatin nîşandain.

ANHA