Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vekirin

Îro malbatên şehîdan bi hevakriya Meclisa Sivîl a Reqayê navenda Meclisa Malbatên Şehîdan  bi merasîmekê vekir.

Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vekirin
15 mijdar, 2018   14:24

REQA

Merasîma vekirina navendê li geraca otubusan hate lidarxistin. Bi dehan malbatên şehîdên Reqa û gundewarên, Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, endamên Meclisa Jinên Sûriyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê, Tebqa û Dêrazorê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib El-Derwîş, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Rodîn Mistefa, bi navê QSD`ê Îbrahîm El-Abdullah, bi navê Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriyê ya Reqayê Zelîx Ebdî û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Iyad Osman axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina navendê li hemû malbatên şehîdan hate pîrozkirin û soza şopandina rêya hemû şehîdên azadî û biratiya galan hate dayîn.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanca êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê tevlîhev bike.

Paş helebestvan Red El-Fadil û Ehemd El-Nehar du helbest li ser şehîdan gotin.

Paşê Koma Çanda Reqa şano û stranên filklorî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de deriyê navendê ji aliyê dayika Şehîd Îbrahîm El-Salih ve hate vekirin.

(bx)

ANHA