Êlên Ereb ên herêma Firatê hevgirtina niştîmanî erê dikin

Gelek êlên Ereban li herêma Firatê ya Bakurê Sûriyeyê beşdarî civîna QSD`ê bûn û destnîşan kir ku dê bi lîstokên dewleta Tirk nexapin û yekitiya xwe xurt bikin.

Êlên Ereb ên herêma Firatê hevgirtina niştîmanî erê dikin
15 mijdar, 2018   13:58

KOBANÊ

3 êlên herî mezin ên Ereb; El-Evdalê, Cîs û El-Neyîm li herêma Firatê beşdarî civîneke QSD`ê bûn ku li bajarokê Sirînê hate lidarxistin.

Civîna ku li Navenda Çandê ya Sirînê hate lidarxistin, bi dehan rûspî û êlên Ereb û Kurd beşdar bûn.

Endamê Buroya Têkiliyan a QSD`ê Ezîz Ehmed axivî û got ku hikumeta Tirkiyeyê bêtirî şerê leşkerî şerê ragihandin û psîkolojîk dikin ku dixwaze aloziyê bixe hundirê Sûriyeyê. Ezîz tekez kir ku Tirkiye û hin dewletên din dixwazin welatiyên Sûriyeyê bi hev bikevin û fitneyê bixin nava hemû pêkhateyan û hîna xwînê birijîne.

Rûspiyê êla El-Evdalê Hac Xelîl jî axivî û wiha got: "Em soz didin QSD`ê em ê bi hev re heta kesek di nav DAIŞ`ê de bimîne tune bikin û aştiyê li Sûriyeyê pêk bînin. Em bi şerê ragihandinê ku Tirkiye pêk tîne, nayên xapandin ku hevkarê rêjîma Sûriyeyê di rijandina xwînê de ye û gelek bajarên Sûriyeyê rûxandin."

Ev civîn piştî çend hefteyan ji civînên ku QSD`ê ji bo êl û rûspiyên êla El-Emîrat li bajarokê Sirîn a herêma Firatê re li dar xistibûn, pêk hat.

(jo)

ANHA