Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ji bo  25‘ê Mijdarê bang kir

Jinên di nava komîte û desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Buroya Jin a MSD‘ê de dixebitin têkildarî 25‘ê Mijdarê bang li hemû jinên cîhanî kirin ku bi hêz beşdarî çalakiyên 25‘ê Mijdarê bibin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ji bo  25‘ê Mijdarê bang kir
15 mijdar, 2018   15:37

GIRÊ SPÎ

Jinên di nava komîte û desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Buroya Jin a MSD‘ê de dixebitin bi wesîleya 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan û piştgiriya jinên Efrînê daxuyanî dan.

Daxuyanî bi li ber avahiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji aliyê Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro ve hate xwendin.

Cîhan Xidro bi bîr xist ku 19 salin li ser ragihandina 25‘ê Mijdarê wekî Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li ser Jinan re derbas bû û anî ziman ku 25‘ê Mijdarê rojeke sembolîk e, di vê rojê de banga rawestandina tundiya li ser jinan tê kirin û çalakiyên jinên cîhanê ji bo vê rojê êdî dewlementir bûne.

Di daxuyaniyê de de bûyera kuştina hersê xuşkên Mîrebal hate bi bîrxistin û wiha hate domandin: "Di vê rojê de jinên cîhanî gotina xwe gotin. Mîna kevirekî di nava avê de were avêtin û xelekên wê berfireh bibe. Ev jinên têkoşer in ku ji bo mafên jinan bi dest bixin û rûmeta wê ya 5 hezar sal berê vegerîne.

Cîhan Xidro bal kişand li ser rewşa jin û zarokan di nava şert û mecên aloziya Sûriyê de û diyar kir ku hejmara qurbaniyan jin ji dayik, şehîd, birîndar, koçber û xizanî zêde dibin û wiha domand: "Jin bûne qurbaniyên berjewendiyên siyasî. Gelo ma ji recim, serjêkirin, firotin û zewicandina bi zorê zêdetirî wê çi heye.

Ne ji hêza jin a li qadên şer û çalakiyên wê yên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Herêma Firat, herêma Cizîrê, Herêma Efrînê, Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê) baye azrên li jor hatin bi bîrxistin dê ji me re bibane pêşeroj. Mînakên vê rastiyê di kesayeta Barîna leheng, Arîn fedayî û Bêrîvana qerheman de diyar dibe.

Jinam di nava komîn, meclis û komîteyan de xwe bi rêxistin kirin û ji sedî ji 50 cihê xwe di sîstema hevserokatiya de girtine. Her wiha destanên qehremaniyê di nava YPJ‘ê de rêz kirin û maskên hêzên tundraw xistin. Werin em bi hev re pêşeroj û destûra xwe bi destê xwe rêz bikin û biryarên xwe tijî bikin da ku têkoşîna xwe bidomînin. Em xwedawendin û dîroka baviksalarî qebûl kir anî qebûl nekir em ê wisa bin."

Di daxuyaniya de bang li raya gişt û demokrat û tevgerên jin ên cîhanî, jina Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Asûr hate kirin ku di 25‘ê Mijdarê de dengê xwe bilind bikin û çalakiyên xwe bi hêz bikin.

Di daxuyaniyê de her wiha binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser gelê Efrînê bi taybet li dijî jinan hate şermezarkirin û bang li civaka navdewletî hate kirin ku li hemberî van binpêkirinan erka xwe bi cih bîne.

ANHA