Meclisa Til Rifetê alîkariyên zivistanê li 5 hezar malbatan belav kirin

Bi armanca kêmkirina zehmetiyên zivistanê li ser 5 hezar malbatên navçeya Til Rifetê, meclisa navçeya Til Rifet alîkarî û pêdiviyên zivistanê ji şêniyan re peyda kirin.

Meclisa Til Rifetê alîkariyên zivistanê li 5 hezar malbatan belav kirin
Meclisa Til Rifetê alîkariyên zivistanê li 5 hezar malbatan belav kirin
Meclisa Til Rifetê alîkariyên zivistanê li 5 hezar malbatan belav kirin
Meclisa Til Rifetê alîkariyên zivistanê li 5 hezar malbatan belav kirin
Meclisa Til Rifetê alîkariyên zivistanê li 5 hezar malbatan belav kirin
Meclisa Til Rifetê alîkariyên zivistanê li 5 hezar malbatan belav kirin
Meclisa Til Rifetê alîkariyên zivistanê li 5 hezar malbatan belav kirin
Meclisa Til Rifetê alîkariyên zivistanê li 5 hezar malbatan belav kirin
15 mijdar, 2018   12:08

ŞEHBA

Meclisa navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi hevkariya 14 komînên navçeyê bi hatina zivistanê re, alîkarî û mazot li şêniyên Efrînê û Til Rifetê belav kirin.

Li navçeya Til Rifet 5 hezar malbat ku di nav de 4 hezar û 300 malbatên ji Efrînê koçber bûne, dimînin.

600 hezar lître mazot hate belavkirin

Komîteya alîkariyê ya girêdayî komînên navçeyê, mazot li şêniyên Efrînê ku koçî herêmên Sûriyeyê û şêniyên Til Rifetê belav kir. Meclisê ji her malbatekê re 220 lître diyar kiriye, heta niha zêdetirî 600 hezar lître mazot belav kiriye.

Meclisa navçeyê alîkarî û pêdivî ji şêniyan re peyda kirin û pêdiviyên malê wekî alavên mitbaxê û pêdiviyên zivistanê belav kirin. Her wiha 150 sobe li kesên xizan hatin belavkirin.

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Til Rifetê Fexrî Omer li ser alîkariyên zivistanê wiha got: "Em hewl didin alîkariyê ji şêniyan re peyda bikin da ku zehmetiyên zivistanê li ser wan kêm bibin û bi rêya komînan em alîkariyê belav dikin."

(jo)

ANHA