Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe cara 764’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan
15 mijdar, 2018   12:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serbay Koklu, Newroz Ûysal û Raziye Tûrgût ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin cara 764’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

763 serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve kirine bi hincetên ‘hewa ne xweş e’, ‘koster xerabe ye’, ‘koster di tamîrê de ye’ ‘Rewşa Awarte’, ‘Astengkirinên li gorî qanûnên tevdîrên ceza û ewlehiyê ya bi hejmara 5275’an’ hatin redkirin.