‘Me xeta berxwedanê hilbijartiye û em ê ti carê paşde venegerin‘

Li herêma Firatê 8 civîn ji bo nirxandina geşedanên dawî hatin lidarxistin.

‘Me xeta berxwedanê hilbijartiye û em ê ti carê paşde venegerin‘
‘Me xeta berxwedanê hilbijartiye û em ê ti carê paşde venegerin‘
‘Me xeta berxwedanê hilbijartiye û em ê ti carê paşde venegerin‘
8 mijdar, 2018   17:31

KOBANÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Firatê rêze civînên nirxandina rewşa siyasî bi taybet êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê didomînin.

Îro li 8 bajarokên Kantona Kobanê Sirîn, Belek, Taşlok, Bender, Til Xezal, Qenayê, Çelebiyê û Şêran civîn hatin lidarxistin.

Civîna li navçeya Şêran li Mizgefta Mezin li dar ket. Di civînê de  jin, ciwan, kesên bi temen, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Melsa Efrîn, hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto amade bûn.

Di civînê de Melsa Efrîn axivî û destnîşan kir ku pêwîste ev qonax bi hesasiyetek mezin bê xwendin û wiha domand: "Me ti carî nexwest ku dijminên me hebin. Lê hikumet û pergalên dewletên cîran hertim hewl didin bi hemû şêwazan gelê Kurd tune bikin. Ji ber wê me berxwedanî tercîh kir. Pergala li herêmên Bakurê Sûriyê  hatiye rûniştandin li hêza dewleta Tirk a dîktator nayê. Ji lewra şerê xwe bi ser me de tîne."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto axivî û got: "Erdogan aloziya aborî ya hundirîn û nakokiyên di navbera partiya û hevalbendî xwe de paşguh dike. Rojhilatê Firatê ji Erdogan re dê ne hêsan be. Em ê bêdeng nemînin. Ji ber wê divê em xwe birêxistin bikin û xwe ji hemû tiştan re amade bikin. Ji ber ku xeta berxwedanê hilbijartiye û em ê ti carî paş de venegerin."

Tê bibîrxistin ku artêşa Tirk a dagirker hefteya borî bi dehan obûsan gundên rojavayê Kobanê li ser xeta sînor û bajarê Girê Spî û gundên girêdayî wê kir hedef. Di encamê de du şervanên Hêzên Erka Xweparastinê û zaroka bi navê Sara bi guleya sekvanên Tirkiyê şehîd bûn.

(şx)

ANHA