Şêniyên El-Keramê cenazeyê şehîd Ebdulhesen spartin axê

Cenazeya endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hesen Ebdulhesen ku dema li ser erka xwe şehîd bibû bi merasîmekê li Goristan Şehîd Sêvdar hate veşartin. Di merasîmê de nasnameya 14 şehîdên Pêgava Bagera Cizîrê li Dêrazorê hate eşkerekirin.

Şêniyên El-Keramê cenazeyê şehîd Ebdulhesen spartin axê
Şêniyên El-Keramê cenazeyê şehîd Ebdulhesen spartin axê
Şêniyên El-Keramê cenazeyê şehîd Ebdulhesen spartin axê
Şêniyên El-Keramê cenazeyê şehîd Ebdulhesen spartin axê
Şêniyên El-Keramê cenazeyê şehîd Ebdulhesen spartin axê
8 mijdar, 2018   17:09

REQA

Şêniyên herêma El-Keramê ya girêdayî bajarê Reqayê û gundewarê wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî ên herêmê ji bo pêşwazîkirina cenazeya şehîd Hesen Ebdulhesen bi nasnav Ebû Mîrî berê xwe dan têketina herêma El-Keramê û li qada Aşitiyê kom bûn. Piştî wergirtina cenazeyê şênî bi kerwanek wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandin ber bi goristana Şehîd Sêvdar ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeya rêzgirtin û tûraneke leşkerî ji hêla Hêzên Erka Xweparastinê û QSD'ê destpê kir. Paşê axaftin bi navên QSD'ê, MSD'ê, Meclisa Zagonsaz a Reqayê û Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û rola wan a rizgarkirina herêmê û xilasiya ji çeteyan dan hate vegotin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan ta tunekirina terorê ji herêmê û rizgarkirina welat ji dagirkeran hate dubarekirin.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Hesen Ebdulhesen hate xwendin. Ji aliyê xwe ve Saziya Malbatên Şehîdan a El-Keramê nasnameyên 14 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê  a gundewarên Dêrazorê eşkere kirin.

Navên şehîdan wiha ne:

Ebdulrehman Ebdulrezaq( Ebas), Ehmed Casim El-Xanim( Zagros), Basil Ebdullah El-Nehar(Dogan), Udey Ebdullah El-Wehîd(Reşo El-Keramê), Mûsa Ibrahîm El-Şewan(Şiyar), Esaf El-Xelîfe(Leşker), Fewaz Mihêdî El-Kelah(Cûdî), Ebd Ibrahîm Alaf(Dijwar), Mehmûd Siûd El-Xanêm(Sêf), Xelîl Mûsa El-Tirad(Reşo), Salêm Silêman(Salêm Tebqa), Elî Siwêdan(Elî), Hisên Ebdullah (Hisên), Hemîd Egêlî(Ebû Egîd).

Piştî bidawîkirina xwendina nasnameyên şehîdan, wesîqeyên şehadetê radestî malbatên wan hate kirin û girseya gel cenazeya şehîd Hesen Ebdulhesen di nav tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşatin.

(şx)

ANHA