Serokeşîrên Tebqayê: Kuştina El-Hiwêdî yek ji hewldanên derxistina tevliheviyê ye

Serokeşîrên herêma Tebqayê gotin: Dewleta Tirk bi rêbazên xwe yên ne exlaqî hewl didin di navbera pêkhateyên herêmê de fitneyê derxîne û kuştina El-Hiwêdê jî yek ji van hewldanan e.

Serokeşîrên Tebqayê: Kuştina El-Hiwêdî yek ji hewldanên derxistina tevliheviyê ye
5 mijdar, 2018   16:34

TEBQA

Rûspî û serokeşîrên herêma Tebqayê piştî civîna li navçeya Mensûrayê, li ser kuştina Şêx Feysel El-Hiwêdê daxuyanî dan û gotin, kuştina Şêx Beşîr El-Hiwêdî yek ji hewldanên hêzên derve ye ku bi mûzayika civaka Tebqayê bilîzin û têkiliyên gelên herêmê bi QSD‘ê re xirab bikin.

Berdevkê Meclisa Lihevanîna Eşîreyan a herêma Tebqayê Şêx Ehmed Ewad El-Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, êrîşên Tirkiyê wekî hewldana têkbirina herêmên ji aliyê QSD‘ê ve hatine rizgarkirin û derxistina fitneyê di navbera gelên herêmê bi rêbazên ne exlaqî hate bi navkirin.

Rûspî û serokeşîran di daxuyaniyê de gotin, kuştina Şêx Feysel El-Hiwêdî girêdayî ejnîdeyên derve û li ser taybetmendiyên Şêx El-Hiwêdî wiha hate domandin: "Şêx Beşîr piştgiriya QSD‘ê dikir, bi hemû şêxên herêmên yên welatparêz bê westandin dixebitî da ku gel ji krîzê xilas bike. Em hemû dizanîn ku serkeftinên rêveberiyên sivîl û QSD‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek hêzê di nav de dewleta Tirk aciz dike, Tirkiyêya ku dayîm bi hemû rêbazan destek dida terorîstên El-Nusra û rêxistina DAIŞ‘ê bi taybet piştî ku rêjîma Baas erka xwe ya li hemberî gelê berda.

Rûspî û serokeşîrên Reqayê teqez kirin ku tevlihevîderxistin xizmeta çeteyên DAIŞ‘ê dike û wiha gotin: "Wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizanin ku armanc ji êrîşan ew e ku destek ji DAIŞ‘ê re were dayîn da ku xwe xilas bike. Nemaze ku hêzên me bêrîka dawî ji rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê li herêma Dêrazorê paqij dike û êrîşên dawî yên dewleta Tirk fersendê dide DAIŞ‘ê ku li çolistana Sûriyê belav bûye ji nû ve xwe kom bike. Her wiha ev êrîş di dema ku meclisa rêveber a yekbûyî ya bakur û rojhilatê Sûriyê hate ragihandin de pêk hat. Ji ber ku meclis îradeya gelê me temsîl dike û hêviyên wê yên azadî û demokrasî û biratiya gelan bi cih tîne."

Serokeşîrên herêma Tebqayê di dawiya daxuyaniyê de wiha ragihandin:

"1-Em êrîşên dewleta faşîzm a Tirkiyê li dijî Kobanê û Girê Spî û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û dibînin ku ev êrîşî xizmeta terorê dike û armiya herêmê têk dibe

2-Em bang li civaka navdewletî dikin ku li dijî van êrîşan erka xwe ya parastina gelê me û aramiya herêmê pêk bînin.

3-Em tawanên li dijî QSD‘ê û Rêveberiya Xweser ên bi mijara kuştina Şêx Beşîr Fesyel El-Hiwêdî şermezar dikin, ku ji aliyê hin kesan ve hatine gotin û dibînin ev tuhmet exlaqî gelê nagire.

4-Di civîna serokeşîrên herêma Tebqayê de kuştina Şêx Beşîr hate şermezarkirin û bang li aliyê pêwendîdar hate kirin ku bi lez sûcdaran eşkere bikin û sewqî dadgehê bikin.

5-Hêzên Sûriyeyê Demokartaîk gel û herêmê ji êrîşan diparêze. Wekî rûspî û serokeşîrên Tebqayê bi piştgiriya madî û manewî  didin vê hêzê.

6-Rêveberiya Xweser rêveberiyeke demokratîk e, li ser bingehê pirrengiya pêkhateyên civaka Sûriyê hatiya avakirin, careke din em radighînin ku rêveberiya xweser nûnertiya hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

ANHA