Gelê Dêrazorê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir

Gelê Dêzorê li dijî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê çalakiyeke li dar xistin û piştgiriya xwe bi QSD‘ê re teqezkirin.

Gelê Dêrazorê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir
Gelê Dêrazorê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir
Gelê Dêrazorê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir
Gelê Dêrazorê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir
4 mijdar, 2018   17:08

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarên rojayê Dêrazorê, tevlî endam û rêveberên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, meclis û saziyên herêmên li dijî dagirkeriya Tirkiyê çalakiyên protestoyê li bajarokê Kesra û Cezrayê li dar xistin.

Di çalakiyê de, pankartên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê, hedefgirtina zarok û rojnamevanan û wêndeya şehîd Sara Mustefa hatibûn hildan. Her wiha dirûşmeyên pişgiriya gelê Kobanê û Girê Spî û hêzên QSD‘ê beriz dikirin.

Di çalakiya li bajarokê Cezrayê bi navê komîn û meclisan daxuyanî ji aliyê Casim El-Tebaş ve hate xwendin.

Casim El-Tebaş binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir û got: "Bi kombûna xwe ya em diyar dikin ku em yek in. Beriya êrîşên li ser xaka zeytûn Efrînê xwîna me tev li hev bû, Salim El-Xilêf ê ji Dêrazorê di berxwedana Efrînê de şehîd bû, di vê çalakiyê de em soza xwe bi gelê Bakurê Sûriyê re nû dikin ku ê berxwedana xwe ya li hemberî êrîşan berdewam bikin."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokaratîk a Dêrazorê Hevserokê Meclisa Zagonsaz Merwan Fiteyih daxuyanî xwend.

Fiteyih, êrîşên dawî yên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê wekî deseka ji DAIŞ‘ê re bi nav kir û anî ziman ku Tirkiyê bi van êrîşên xwe dixwaze zexta li ser DAIŞ‘ê sivik bike.

Di daxuyaniya Meclisa Sivîl a Dêrazorê de hate gotin ku gelê Dêrazorê li yekrêzî li hemberî pilanên Erdogan bisekinin û bang li rêxistinên navdewletî hate kirin ku erka xwe pêk bîne û sînorekî ji zêdegaviyên Erdogan re deyînin.

ANHA