‘ji bo serkeftinê em bibin yek‘

Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk  ji bo rewşa dawî ya siyasî û êrîşêndagirkeriya Tirkiyê rêzecivîn ji bo welatiyên herêma Firatê li dar dixe.

‘ji bo serkeftinê em bibin yek‘
‘ji bo serkeftinê em bibin yek‘
‘ji bo serkeftinê em bibin yek‘
‘ji bo serkeftinê em bibin yek‘
‘ji bo serkeftinê em bibin yek‘
‘ji bo serkeftinê em bibin yek‘
‘ji bo serkeftinê em bibin yek‘
4 mijdar, 2018   16:52

KOBANÊ

Kogreyya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk bi hevkariya Rêveberiya Xweser, Ciwanên Rojava, Mecilsa Malbatên Şehîdan û Tevgera Civaka Demokratîk rêzecivînan ji welatiyên Herêma Firatê re li dar dixe.

Armanca civînê rewşa dawî ya siyasî, êrîşên li ser Kobanê û Girê Spî, nêrînê gelê di derbarê êrîşan de û girêdan welatiyan bi axê re ye.

Civîn wê li hemû taxa û gundewarên herêma Firatê werin li dar xistin, îro li taxa şehîd Yehya û Fîras ku li navenda bajarê Kobanê dikeve, hat li darxistin.

Bi sedan kes tevlî civîna ku li Zanîngeha Kobanê hat li darxistin bûn, civîn bi deqeyekî rêzgirtin dest pê kir.

Di civînê de hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê Ehmed Şêxo û Rêveberiya Kongreya Star Peyman Aydin axivin.

Ehmed Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze gelên herêmê bê moral bike û got: "Em weke gelên herêmê yek in, şervanên me ji bo parastina herêmê şehîd bûn, em jî îro bi hêsanî dev ji vê axê bernadin, ji 2011 an heta niha rewşeke awerte li giştî Sûriyê tê jiyankirin. Her dewletekê, di serî de Turkiye ji bo berjewandiya xwe destê xwe kiriye nava vî şerê Sûriyê. Em jî bûn xeta sêyemîn me xwest tenê em welatiyan biparêzin. ji bo ku em welatiyan biparêzin û xwe birêxistin bikin bi derfetên kêm me komîn ava kirin"

Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de got :"dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê kurde, dewleta Tirk ku dibêje yek dewlet û yek Ol nika e tu qewmên din qebûl bikin. osmaniyan 400 sala ev herêm dagir kirin û zulim li gelan kirin."

Şêxo got: `Tirk bi şerê leşkerî bi me nikare ji bo wê bi şerê taybet şerê me dike û van gefan li me dixwe û diayetên derewîn belav dike`.

Şêxo amaje pê kir ku Tirkiya ji bo DAIŞ`ê ku ji nû ve zindî bike van êrîşan pêk tîne.

Her wiha Peyman Aydin jî di civînê de axivî û dest nîşan kir ku dewleta Tirk destpêka şoreşê heta niha dev ji kurdan ber nade, her roj êrîşan bi her awayî pêk tîne û wiha got: "Me bi eşqa welatê xwe ve tijî ne, em bi tu awayî welatê xwe ji tu kesan re nahêlin, vîn û bawariya me pir xurte."

Di berdewamiya axaftinê de Peyman got:"Eger em îro parastina vê axê nekin em ne zarokên vê axê ne, em yek yek nikarin welatê xwe azad bikin, pêwîste em bibin yek. "

Aydin wiha got:"Em her tim ji bo parastina xwe tedbîran distînin û li hember êrîşan amadekariyên xwe dikin. Ji niha û şûnde em ê tedbîrên xwe yên jiyanî zêdetir bikin."

Di dawiya civînê de welatiyan li hember êrîşên dewleta tirk nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ki ji bo parastina axa xwe ew ê biçek bin û gotin "Eger em ji bo xwe kar nekin, tu kes ji bo me nake".

Bi heman armancê sibe jî li taxa şehîd Xebat û Xebatkar du civînên cuda tên lidarxistin.

(şm/hk)

ANHA