Di roja sêyemîn a mîhrecanê de çalakiyên werzîşê

Di roja sêyemîn a Mîhrecana Dengvedana Efrînê de çalakiyên werzîşê hatin lidarxistin.

4 mijdar, 2018   16:30

ŞEHBA

Çalakiyên Mîhrecana Dengvedana Efrînê ku bi dirûşmeya "Ciwanên şoreşger, gelê welatparêz serî hilindin, Efrîn li benda me ye" ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava û Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk ve hatiye organîzekirin, didome.

Di roja sêyemîn a mîhrecanê de ku li gundê Babins ê navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hate organîzekirin, çalakiyên werzîşê li stada gund hatin lidarxistin.

Li stadê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê cîgirê hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Îsmaîl Mûsa axivî û ev tişt got: "Ciwanên Efrînê di Berxwedana Serdemê gelek fedayetî kirin û hîna jî dikin, em di wê baweriyê de ne ku dê karibin Efrînê rizgar bikin."

Rêveberê Yekitiya Ciwanê Rojava Tolhildan Zeredeşt jî axivî û anî ziman ku ev mîhrecan ji bo Erdogan û artêş û leşkerên wê peyameke, navaroka wê ew e ku berxwedan berdewam e ta Efrîn rizgar bibe. Zeredeş got: "Em rêxistin û asta perwerdeyê li gel xwe mezin bikin û armanca şehîdan a berxwedana ta serkeftinê bidomînin."

Di çalakiyên mîhrecanê de, maçeke fotbulê di navbera ciwanên Babins û Serdemê hate listin, di maçê de tîma Serdem bi ser ket. Her wiha maçeke di navbera jinên ciwan ên Til Rifet û Kampa Berxwedan hate lidarxistin, maç bi serkeftina tîma Til Rifetê 4-0 bi dawî bû.

Her wiha pêşbireke bazdanê û lîstoka nepoxan hatin organîzekirin

Paşê ciwana bi navê Rojîn Mamo hilbestek bi navê "Ji ber ku ez jin im" xwend.

Di dawiya mîhrecanê de lîstikvanên serkeftî hatin xelatkirin.

ANHA