Sersaxî ji malbata zaroka şehîd Sara Mustefa re xwestin

Şêniyên kantona Girê Spî çûn serdana malbata zaroka keç Sara Mustefa ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li Girê Spî de şehîd bibû û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Sersaxî ji malbata zaroka şehîd Sara Mustefa re xwestin
Sersaxî ji malbata zaroka şehîd Sara Mustefa re xwestin
Sersaxî ji malbata zaroka şehîd Sara Mustefa re xwestin
Sersaxî ji malbata zaroka şehîd Sara Mustefa re xwestin
4 mijdar, 2018   14:59

GIRÊ SPÎ

Bi dehan şêniyên kantona Girê Spî piştî xwepêşandina li dijî dagirkeriya Tirkiyê serdana malbata Sara li gundê Tenhûzê yê Girê Spî kirin û sersaxî xwestin.

Şêniyan deqeyeke rêz girtin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sûzan Berces, bi nava Kongreya Stra endama kongreyê Fadya Şerîf û bi navê Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo axaftin hatin kirin.

Kesên axivî, sersaxî ji malbata Sara re xwestin.

Di axaftinan êrîşêna dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina zarokan, her wiha bêdengiya civaka navdewletî ya ji binpêkirinên Tirkiyê re hatin şermezarkirin.

Axaftvanan teqez kirin ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin ta armancên wan pêk bînin.

ANHA