QSD‘ê êrîşa DAIŞ‘ê têk bir, bi kêmanî 31 çete hatin kuştin

QSD‘ê êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê li eniya Hecînê  têk bir, bi kêmanî 31 çete hatin kuştin.

QSD‘ê êrîşa DAIŞ‘ê têk bir, bi kêmanî 31 çete hatin kuştin
4 mijdar, 2018   16:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî leşkerî ji Dêrazorê dane, çeteyên DAIŞ‘ê hewl dan ku ji sekinandina Pêngava Bagera Cizîrê û tozê sûdê bigirin û êrîşên bargehên şervanên QSD‘ê bikin, di vê çarçoveyê de vê sibehê  êrîşên dijber birin ser navendên QSD‘ê yên li bakur û bakurê rojavayê bajarokê Hecînê.

Çavkaniy ragihand, çeteyên DAIŞ‘ê di êrîşê de erebeyên bombebarkirin û erbeyên doçka li ser bi karanîn û diyar kirin ku di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ‘ê şer bi saetan heya ber êvarî berdewam kir.

Heman çavkaniyî diyar kir ku şervanên QSD‘ê êrîşên çeteyan têk birin, di encamê de erebeyeke bombebarkirî û yek doçka li ser teqandin, her bi kêmanî 31 çete kuştin û êrîşkarên din jî reviyan.

ANHA