Rûspî û rewşenbîrên Girê Spî bertek nîşanî binpêkirinên dewleta Tirk da

Rûspî û rewşnebîrên kantona Girê Spî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakurê Sûriyê  û bêdengiya civaka navdewletî şermezar kirin.

Rûspî û rewşenbîrên Girê Spî bertek nîşanî binpêkirinên dewleta Tirk da
4 mijdar, 2018   14:42

GIRÊ SPÎ

Rûspî û rewşenbîrên kantona Girê Spî di xwepêşandana girseyî ya gelê kantonê de ku bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk hatibû lidarxistin, du daxuyanî dan. Daxuyaniya rûspiyan ji aliyê Şêx Mihemed El-Mayûf û rewşenbîran ji aliyê Mihemed El-Eyaş ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê piştî serkeftinên QSD‘ê li hemberî DAIŞ‘ê pêk hatin û hate destnîşankirin ku armanca Tirkiyê ew e ku projeya demokratîk a herêmê têk bibe.

Di derdewama daxuyaniyan de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê, qetilkirina zarokan û hedefgirtina rojnamevanan hate şermezarkirin û tekezî li ser girêdana gel bi xakê ve hate kirin.

Rewşenbîr û rûspiyan bang li civaka navdewletî kirin ku hemberî binûêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan helwesta xwe diyar bike.

ANHA