Brezîlyayê jî sefareta xwe ji Til Evîvê veguhast Qudsê

Brezîlyayê ragihand ku dê sefareta xwe ya li Îsraîlê ji bajarê Til Evîvê veguhêze Qudsê.

Brezîlyayê jî sefareta xwe ji Til Evîvê veguhast Qudsê
2 mijdar, 2018   11:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Brezîlyayê Jair Bolsonaro ragihand ku dê sefareta welatê xwe li Îsraîlêji Til Evîvê ber bi bajarê Qudsê ve veguhêze û got Îsraîl dewleteke xwedî serwerî ye û divê rêzdariya wê were kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho jî diyar kir ku ev biryara Brezîlyayê dîrokî ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 6'ê Kanûna 2017'an de bajarê Qudsê fermî wek paytexta Îsraîlê nas kir û sefareta Amerîkayê di 14'ê Gulana borî de ji Til Evîvê veguhast bajarê Qudsê.