Gundiyên Til Findirê dev ji gundê xwe bernadin

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser gundewarên Girê Spî dewam dike û herî dawî keçeke 12 salî ya bi navê Sara Rifet Mistefa ji gundê Til Finderê şehîd kir. Gundî diyar dikin dê dev ji axa xwe bernedin.

Gundiyên Til Findirê dev ji gundê xwe bernadin
Gundiyên Til Findirê dev ji gundê xwe bernadin
2 mijdar, 2018   11:11

KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji 30 Cotmehê ve, êrîşên xwe li ser gundewarên rojavayê Girê Spî didomîne û sivîlan dike hedef. Di encama erîşan de duh seat di 16:00’an de dema ku zaroka ji gundê Til Finderê ku 7 km li rojavayê kantona Girê Spî dikeve ya bi navê Sara Rifet Mistefa (12)  di nava zeviyan de bû, artêşa Tirk hedef girt. Di encamê de keçik ji serê xwe birîndar bû. Malbatê zaroka keçîn rakir nexweşxaneya Girê Spî lê tevî hewldanên bijîşkan jî keçik şehîd bû.

Li gundê Til Findirê heta niha rewşa ewlehiyê ne zelal e. Tevî wê jî welatî li gundê xwe mane û bi hêzeke mezin li ber axa xwe ne.

Der barê mijarê de welatiya bi navê Hemîda Mistefa ya ji gundê Til Finderê dibêje dema ku ew li mala xwe bûn, ji nişka ve de dengê teqînan bihîstine, piştre gundiyan gotiye ku keçikeke ji gund şehîd bûye. Hemîda bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku nikare bi êrîşên xwe wan ji gund derxin, ku çi dibe bila bibe ew dev ji mal û milkên xwe bernadin. Hemîda di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Erdogan destdirêjiyên te li ser gelê Kurd dê te poşman bikin û bila nebêje me yek ji gund şehîd xist ku em jî dev ji gund berdin, em tu carî ji êrîşên wî natirsin."

(hh/şm)

ANHA