Çeteyên "Artêşa Azad" li kampa Nisêbînê tên bicihkirin

Hat îdiakirin ku hin çeteyên girêdayî artêşa Tirk ku ji Idlibê hatine tehliyekirin, li Nisêbînê li baregeheke leşkerî ku berê wek kampa penaberan dihat bikaranîn, hatine bicihkirin.

Çeteyên "Artêşa Azad" li kampa Nisêbînê tên bicihkirin
2 mijdar, 2018   10:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got "Me operasyon dan destpêkirin. Di demeke nêz de em ê bi awayekî berfireh operasyonan li dar bixin" li hemberî hin deverên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan dest pê kir. Yek ji van deveran jî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye ku li rex bajarê Qamişlo ye. Li qûleyên çavdêriyê yên li ser sînor liv û tevgerê dest pê kir. Li ser sînor ku çend sal berê bi dîwarên beton hatibû girtin, ev demek e liv û tevgera wesayîtên zirxî zêde bûye.

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê ya bakurê Kurdistanê hin çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li baregeha leşkerî ya li gundê Talê hatine bicihkirin. Hat diyarkirin ku di vê baregeha leşkerî ya nêzî sînor re otobus pir diçin û tên. Çavkaniyên herêmî diyar kir ku bi otobusên camên wan reş, komên çete ji IdlIb û Şehbayê tînin baregehê û li baregehê tên perwerdekirin.

Tê diyarkirin ku kamp wek navenda perwerdeyê ya leşkerî tê bikaranîn.